Meclisa Jinan a Minbicê bernameya 8`ê Adarê eşkere kir

Meclisa Jinan a Minbicê û gundewarên wê bernameya rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Meclisa Jinan a Minbicê bernameya 8`ê Adarê eşkere kir
25 sibat, 2019   14:12

MINBIC

Meclisa Jinan a Minbicê û gundewarên wê bi hatina 8`ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên ji bo vê rojê eşkere kir û soz dan ku ew ê hemû rojan bikin roja bilindkirina têkoşînê ji bo bidestxisdtina azadiya jinan.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Jinan ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Jina Hala Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de roja 8`ê Adarê li hemû jinan û bi taybet jinên Sûriyê û şehîdên azadiyê hat pîrozkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku hemû jinên cîhanê û rêxistina Netewên Yekbûyê (NY) û mafê mirovan vê rojê bi coşe û kêfxweşiyeyeke pir mezin ji bo azadî û wekheviyê pîroz dikin.

Meclisa Jinan di daxuyaniya xwe de hemû jinên ku ji bo bidestxistina azadiyê û jiyaneke xweş canê xwe feda kirin û li dijî desthilatariyê sekinîn, bi bîr anîn.

Jinan diyar kirin ku pêngava wan bi dirûşmeya "Bi berxwedanan jinan dê jiyan geş bibe û teror têk biçe".

Her wiha jinan diyar kir ku 28`ê Sibatê semînerek bi navê "Jin û jiyan" li salona Meclisa Jinan dê were dayîn.

Paşê Jinan bernameyê 8`ê Adarê diyar kir:

2`yê Adarê li xeta Eseliyê, 3`yê Adarê li xeta Ebû Qelqel, 4`ê Adarê xeta Til Hozan, 5`ê Adarê li xeta Muhteriq, 6`ê Adarê li xeta Heyê, 7`ê Adarê li dibistana Navîn û şahiyek ji bo zarokên şehîdan bi sponseriya Meclisa Leşkerî ya Minbicê û  8`ê Adarê li navena bajarê Minbicê dê şahî were lidarxistin.

(bx)

ANHA