Kolanên Tebqayê bi bedewiya 8’ê Adarê tên xemilandin

Jinên Tebqayê bi boneya nêzîkbûna Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê, kolanên bajêr bi pankertên bi nivîsên berxwedan û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê xemilandin.

Kolanên Tebqayê bi bedewiya 8’ê Adarê tên xemilandin
Kolanên Tebqayê bi bedewiya 8’ê Adarê tên xemilandin
Kolanên Tebqayê bi bedewiya 8’ê Adarê tên xemilandin
Kolanên Tebqayê bi bedewiya 8’ê Adarê tên xemilandin
25 sibat, 2019   13:58

TEBQA

Çalakî bi beşdarbûna rêveber û endamên saziyên jinan ên Tebqayê, endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqa, bi dehan jinên bajar û gundewaran pêk hat.

Parkartên ku jinan daliqandin nameyên cuda cuda di nava xwe de dihewandin. Pankartên ‘8`ê Adarê ya îsal berdewamiya berxwedana jinên Efrînê ye, Jina birêxistinkirî bedewiya jiyanê ye’, her wiha ji berxwedana Leyla Qasim biger heta Leyla Xalid û heta berxwedana Leyla Guven hatibû nivîsîn. Di pankartan de hatibû diyarkirin ku ji Roza, Klara û Zenûbiya heta Leyla Guven berxwedan berdewam e.

Heman demê de wêneyên şervana YPJ’ê Avesta Xabûr ku xemil û rewş daye van hevokan hatin darvekirin.

Tê payîn ku dê zêdetirî 30 pankertî li gelek dever û kolanên bajêr ên wek Sûka navendî, kolana sereke, taxa duyem, taxa sêyem, çerxerêya El-Alem, dagerandina aliyê bakur ê bajêr, çerxerêya El-Şiheda, çerxerêya Meyselûn, çerxerêya El-Firqan, taxa El-Iskenderiyê û kolana Fayiz Mensûr"  werin daliqandin.

Dê pankart li bajarokên El-Cirniyê û El-Mensûra yên ku li bejahiya bajêr werin daliqandin.

Pêngava ku bi şîara ‘Bi berxwedana jinan wê jiyanê geş bike û çeteyan tine bike’ hatiye destpêkirin wê bi semîner û panelên giringiya Roja Jinan a Cîhanê bidome.

ANHA