Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…

Li paş eniyên şer bi çend kîlometreyan şervanên jin ên veşartî bi hêz û vîneke mezin tev li Berxwedana Serdemê bûn û li her navçeyeke Efrînê dîrokeke têr û tijî ji berxwedanê nivîsand.

Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
Di eniyên Berxwedana Serdemê de şervanên veşartî…
24 sibat, 2019   08:13

ARŞÎN NECAR - FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Navçeyên kantona Efrînê yên ser sînorên Bakurê Kurdistanê û Efrînê wekî Reco, Cindirêsê, Şiyê, Şera, Mabata, Bilbilê, Şêrawa û gundên girêdayî wan rastî hovanetirîn êrîşên artêşa Tirk a dagirker hatin. Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn çekên xwe yên herî bi hêz bi kar anîn, tevî wê jî şênî û şervan teslîm nebûn, berovajî wê berxwedaneke bêhempa nîşan da.

Piştî derbasbûna salekê li ser Berxwedana Serdemê mirov dikare berxwedana jinan bi taybet jinên ku pêşengiya berxwedanê kirine û li her navçeyeke Efrînê dîrokek têr û tijî berxwedan nivîsandin bi bîr bixe.

Reco

Dayika Fatme Reşîd a 50 salî ji şêniyên gundê Mamala yê herêma Recoyê ye, wiha serpêhatiya wan rojan vedibêje: "Dema êrîş dest pê kirin dengê balafirên şer li asîmana herêmê belav bû, ji nişka ve erd ji ber dijwarbûna êrîşan hejiya. Ev rewş heya kêliya dawiyê di berxwedana Recoyê de wiha berdewam kir.”

Dayika Fatme diyar kir ku şervanan ji wan xwestine ku ji bo parastina jiyana wan ji gund derkevin, lê dayikê heya 20 rojan li ber xwe dide. Piştî dijwarbûna êrîşan neçar dimîne biçe navenda herêma Recoyê.

Dayika Fatme tekez kir ku wêranbûna ku gihaştiye herêma Recoyê şahidê berxwedan û fedakariyên ku lê hatine, nîşan dide û wiha dewam kir: "Artêşa Tirk û çeteyên wê nekarîn li ber vîna şervan û şêniyan bisekinin, ji ber wê balafir bi kar anîn. Wek dayikên Efrînê ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera wê em tekez dikin ku em amade ne fedakariyên bêtir bidin."

Cindirês

Jina bi navê Hûriyê Mihemed a 37 salî, bû şahidê berxwedana eniyên Cindirêsê. Hûriyê wiha behsa wê berxwedanê kir: "Kes nikare berxwedana gundê Hemamê ya destanî ji bîr bike, bawer bikin berxwedaneke mîna wê tune bû. Ji ber dijwarbûna êrîşan tevî her 5 zarokên xwe ez di mal de asê mam. Di sibeha rojekê de ez ji mal derketim, wê demê min şervanên YPJ`ê dîtin. Ez gelekî kêfxweş bûm. Min ew birin hembêza xwe û ji wan re xwarin hazir kir.”

Hûriyê tekez kir ku di berxwedana Cindirêsê de jin serkêşiya çalakiyan û berxwedanê dikirin, rojekê li hember hovîtiya topbaranê teslîm nebûn û bûn jêdera hêzê û moralên bilind û bi wê hêzê Cindirêsê li ber xwe da.

Şiyê

Ji aliyê xwe ve dayika Zêneb Xelîl a 45 salî wiha qala berxwedana navçeya Şiyê kir: "Bi destpêkirina êrîşan re li ser Efrînê, ji saetên sibehê heya nîvro me perwerde didît. Tevî dijwarbûna êrîşan me waneyên xwe berdewam kirin heya ku me hemû xilas kirin. Tişta tekane ku hate guhertin, me di şevê de xwarin ji şervanan re amade dikir."

Dayikê wiha domand: "Dema navçe hate dorpêçkirin û êdî xwarin û pêwîstiyên şêniyan bi dijwarî digihîştin navçeyê, wek jin me dest bi amadekirina nan kir. Ji bo ku şervan li eniyan bê xwarin nemînin, em 24 saet dixebitîn."

Dayika Zêneb bal kişand ser ku tişta din hiştiye ew li ber xwe bide fedakariyên şervanan ji bo parastina Efrînê bûn.

Şera

Dayika Emel Qehreman 50 salî ye û ji şêniyên gundê Şera ye, yek ji malbatên ku li navçeyê li ber xwe dane û li rex şervanan wê parastiye. Dayikê serpêhatiya xwe wiha vegot: "Me teslîmkarî û dagirkeriya Tirk qebûl nekir ji ber wê em amade bûn ku li hember êrîşan bisekinin. Ji bo parastina Efrînê me bedenên xwe kirin wek mertalên zindî. Me zarokên xwe di şikeftan û jêrzemînan de bi cih dikirin û me berê xwe dide kolanan da ku alîkariya pêwîst ji şervanên di eniyên pêş de yên navçeyê bi cih bûne, pêşkêş bikin."

Têkildarî birêxistinkirina jinan, dayika Emel destnîşan kir ku jin her sibehê li hev kom dibûn û kar li hev du belav dikirin û ev tişt got: “Hinek ji wan berê xwe didan eniyan û piştgiriya şervanan dikirin, hindek din jî xwarin amade dikirin, hinekan jî serdana mala sivîlan dikir û hinek jî li rex Heyva Sor a Kurd birîndarên sivîl derman dikirin.”

Mabata

Jina bi navê Nadye Mihemed Elî girêdayî berxwedana ku li navçeyê hatiye dayîn, ev tişt anî ziman: "Tecrubeyên ku me di Berxwedana Serdemê de dît, ji bo me wek jin mîna hêz û vînek mezin bûn. Êrîşên artêşa Trik a dagirker û çeteyên wê bandor li berxwedan û hevgirtina me nekir. Çendîn êrîşên dijwartir dibûn, israra me ya girêdana bi xaka welêt zêde dibû."

Bilbilê

Bilbilê bi kelha berxwedanê tê naskirin. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, navçeya Bilbilê rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker tê. Dayika Esmehan Reşo wiha berxwedana navçeyê vedibêje: "Êrîş gelekî dijwar bûn û nayên wesifandin. Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn sivîl dikirin hedef da ku ji mal û gundên xwe derkevin. Lê me heya 58 rojan li ber xwe da û me rê neda Tirkiyê ku bigihîje armancên xwe."

Esmehan destnîşan kir ku bi dijwarbûna êrîşan re vîna û israra girêdana bi Efrînê zêde dibû.

Şêrawa

Dayika Hele Ebdulrehman li ser berxwedana gundê Basûta yê girêdayî navçeya Şêrawayê ev tişt bi bîr xist: "Me dît çawa artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bi awayekî hovane êrîşî me kirin. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker sivîl kirin hedef. Em di wê baweriyê de bûn ku dijmin bi armanca qirkirinê êrîşî me dike."

Hele destnîşan kir ku jinên Şêrawayê erka parastina Efrînê û piştgiriya şervanan hilgirtin ser xwe û bi hêz û vîneke bêhempa li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe da û wiha dewam kir: "Ruxmî dagirkeriyê û derketina me ji Efrînê lê vîna me hîna xurt e."

(şx)

ANHA