Rojane li kampa Holê 20 ton çop tê rakirin

Komîteya Xizmetguzariyê ya kampa Holê her roj zêdetirî 20 ton çopê ji kampê radike û ji ber bêdengiya rêxistinên mirovî yên li herêmê û kêmbûna alavên endezyariyê yên paqijkirina çopê, zêdetirî 20 ton çop li benda rakirinê dimîne.

Rojane li kampa Holê 20 ton çop tê rakirin
Rojane li kampa Holê 20 ton çop tê rakirin
Rojane li kampa Holê 20 ton çop tê rakirin
Rojane li kampa Holê 20 ton çop tê rakirin
23 sibat, 2019   09:38

NESRÎN ALÎ / HESEKÊ

Kampa Holê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi karê serpereştiya pêşkêşkirina xizmetên girîng ji penaber û koçberên li kampa Holê re radibe. Xizmetên ku tên pêşkêşkirin mîna peydakirina avê, erzaq û paqijkirina kampê ne û herî dawî Rêveberiya Xweser asta rêbazên karê Komîteya Xizmetguzariyê li kampê û bi taybet ên paqijiyê bilind kir. Ev yek jî piştî zêdebûna hejmara koçberên ji herêma Hecîn a li rojhilatê Dêrazorê pêk hat.

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî kampa Holê, karê paqijkirina çopê bi armanca belavnebûna nexweşiyan di nav şêniyên kampê de dike. Hejmara koçberên li kampê zêdetirî 43 hezaran e.

Komîteya Xizmetguzariyê li kampa Holê her roj bi rêya 6 trektoran ku her yek tonekê bar dike zêdetirî 20 ton çopê radike. Karê paqijkirina çopê ji saet 8`ê sibê heta 4`ê êvarê didome. Her wiha karê paqijiyê ji 6 tîman pêk tê, her tîmek ji 4 karker û ajokarekî trektorê pêk tê û her tîmek rojane 4 trektorên çopê ku nêzî 4 tonan radikin, dibin cihên ku ji aliyê komîteyê ve ji bo çopê hatine veqetandin.

Têkildarî mijarê ajokarê trektorê û berpirsê tîma paqijkirinê ya beşa 5`an Hesen Alî (Ebû Ehmed) wiha got: "Em bi hemû enerjiya xwe ji saet 8`ê sibê heta 4`ê êvarê, ji bo rakirina mezintirîn miqdar ji çopa şêniyên li kampê kar dikin û em rojane bi miqdarê 4 trektoran ku her yek ji wan dikare tonekî ji çopê rake, radikin."  

Hesen wiha axaftina xwe domand: “Tevî keda ku Komîteya Xizmetguzariyê li kampa Holê dide, lê nabe bersiv ji bo paqijkirina bermahiyên şêniyan. Ji ber ku hejmara wan li kampê zêde ye û dibe sedem ku em komên çopê di nava kolanên kampê de bibînin. Di encamê de dibe ku nexweşiyan belav bike û tekane sedema belavbûna nexweşiya laşmanyayê ye.”

Der barê çawaniya çareseriya rakirina çopên mayî de û ya ku zêdetirî barê tîmên paqijkirina rojane ye, rayedarê Komîteya Xizmetguzariyê ya rêveberiya kampa Holê Berzan Mihemed Abdullah wiha axivî: “Me tu ked ji bo gihandina çareyên vê pirsgirêkê bi dest nexistine. Ji ber ku me di rêya daxwazkirina xwe ji rêxistinên ku tên kampê, xwest alavên endezyariyê wekî trektoran kir da ku em vê pisgirêkê çareser bikin û pêdiviya me niha bi zêdetirî 10 trektoran heye. Niha hinek rêxistinan soz bi me dane ku wê çend alavan bînin.”

Rayedarê xizmetguzariyê Berzan Abdullah di dawiya axaftina xwe ji ajansa me ANHA`yê re wiha destnîşan kir: “Miqdara bermahiyên şêniyên kampê nêzî 40 tonî ye û ji ber hejmara koçberan li kampê zêde ye û rêxistinan alîkarî paşguh kiriye, Komîteya Xizmetguzariyê bi taybet tîma paqijkirinê di nava zextê de ye.”

ANHA