Hejmara Êlekzeran kêm dibe

Ev 15 şemî ye ku xwepêşandêrên Êlekzer li Fransayê dadikevin qadan. Lê vê carê hejmara wan ji ya hefteyên din pir kêmtir e.

Hejmara Êlekzeran kêm dibe
23 sibat, 2019   09:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Ev 15 şemî ye xwepêşandêrên Êlekzer li Fransayê dadikevin qadan. Ajansa France Press ragihand ku mezinbûna çalakiyan di 4 hefteyên dawîn de kêm bûye. Ajansê got di hefteyên destpêkê yên Mijdarê de hejmara çalakgeran 2 sed û 82 hezar kes bû. Lê di hefteya borî de 41 hezar kes daketibûn qadan.

Li gorî daxuyaniya polîsan, îro li Parîsê 5 çalakî hebûn, jê 3 wek kombûnekê bûn. Lê 2 çalakiyên din ên ku li ser tevna civakî wek "Tsunamiya Zer" û "Em hemû li Champs-Elyseesê ne û ji ti tiştî venagerin" dê ji rex Kevana Serkeftinê saet di navbera 12:00 û 13:00’an dest pê bikin û saet 17:00’an li Qada Trocadero bi dawî bibin.

Her wiha dê kombûn li bajarên dîtir ên wekî Bordeaux û Toulousê yên ku her tim pevçûn di navbera çalakgeran û polîsan de lê derdikevin, bi rêxistin bikin.

Çalakiyên Êlekzeran wek tevgereke gelêrî di Gulana 2018’an de dest pê kir. Dûre di meha Mijdara heman salê de deng veda û bi hêz bûn. Meşvan ji ber zêdekirina buhayê sotemeniyê û madeyên jiyanî derketibûn qadan. Her wiha ji bo kêmkirina buhayan û îstîfakirina serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron herikîbûn qadan.

(fr/bm)