Hiqûqnasên Bakurê Sûriyê: Tirkiye li Îmraliyê zagonên xwe jî binpê dike

Hiqûqnasên Bakurê Sûriyê diyar kir ku pergala ku Tirkiye li Îmraliyê li dijî Ocalan dide meşandin, hemû zagon û pîvanên navdewletî û yên xwe jî binpê dike.

Hiqûqnasên Bakurê Sûriyê: Tirkiye li Îmraliyê zagonên xwe jî binpê dike
23 sibat, 2019   09:30

ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15‘ê Sibata 1999‘an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tecrîda girankirî li ser Ocalan ferz kiriye.

Hiqûqnasên Bakurê Sûriyê tecrîda li ser Ocalan nirxand.

Endamê Dîwana Edaletê Mihemed Seyîd wiha got: "Heger em li dîroka doza kurdî binêrin, kesayet û fermandarên Kurdan ên wekî Şêx Seîd, Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî heta rêber Ocalan parastina doza kurdî kirine. Li hemberî têkoşîna wan rêbazên cuda yên dijminatiyê derketine. Rêbazên berxwedanê, berxwedana welatparêzan mayînde kiriye.”

‘Komploya li dijî gelê Kurd berdewam e’

Mihemed Seyîd wiha pê de çû: "Tirkiye û dewletên din armancên ku Ocalan ji bo wan têkoşînê dike, dizanin. Lewre bi zanebûn û komployeke plankirî ew girtin. Em dikarin bêjin ku Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan, li dijî tevahî gelê Kurd berdewam e.”

Seyîd di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku civaka navdewletî û rêxistinên mirovî ji bo doza Ocalan  ku ji bo gel û doza xwe têkoşînê dike, bi cidiyet tev nagere.

Pergala li Îmraliyê qanûnên navdewletî binpê dike

Hiqûqnas Abdullah Mustefa jî diyar kir Ocalan bi awayekî adil û qanûnî li gorî qanûnên navdewletî nehatiya darizandin û wiha got: “Komplo û tecrîda li dijî Ocalan hemû zagonên navdewletî binpê dike. Rexmî ku hemû qanûnên navdewletî banga mafê girtiyan dikin, di nav de peymana di sala 1948‘an de hatiye ragihandin. Li gorî madeya 3’yemîn, mafê her ferdekî heye ku jiyaneke azad û aram bijî, lo gorî madeya 9 nabe girtî were îşkencekirin û rûmeta wî were binpêkirin. Li gorî madeya 9’an jî nabe mirov were tecrîdkirin an sirgunkirin. Her wiha hemû peyman dibêjin mafê girtî heye ku parêzerên xwe bibîne."

Mustefa teqez kir ku qanûna ku Tirkiye li Îmraliyê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye rûniştandin li dijî hemû qanûnên navdewletî û destûra Tirkiyê bi xwe ye û wiha domand: " Şopdarên van qanûnan çi herêmî be û çi jî navdewletî be, nikare erka xwe ya li hemberî kesekî ku cîhanî tev de wî naskiriye, pêk bîne. Gelê Kurd bê westan têkoşîna xwe ya belavkirina fikrên Ocalan didomîne û bi felsefeya wî xebata xwe dimeşîne."

‘Çareseriya dozên Rojhilata Navîn di fikrên Ocalan de ye’

Mustefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Wek hiqûqnas û xebatkarên Edaleta Civakî, em teqez dikin ku dozên Rojhilta Navîn ku komî ser hev bûne, bêyî rakirina tecrîda li ser Ocalan çareser nabin. Ji ber ku kilîda çareseriyê di fikr û felsefeya Ocalan de ye. Wekî çawa Nelson Mandela çareserî ji bo dozên afrîkayiyan peyda kir. Li ser vê yekê divê rêxistinên navdewletî ji bo azadiya Ocalan bixebitin da ku dozên Rojhilata Navîn çareser bibin."

(bm)

ANHA