Şêx Himêdî: Bi lihevkirin û yekîtiyê em ê bighêjin çareseriyê

Şêx Himêdî Deham El-Hadî got, "Bi lihevkirin û yekîtiya Sûriyê em ê bighêjin çareseriyê. Gel û xaka Sûriyê yek e. Destwerdana derva bû sedema aloziya Sûriyê."

Şêx Himêdî: Bi lihevkirin û yekîtiyê em ê bighêjin çareseriyê
22 sibat, 2019   14:46

QAMIŞLO

Şêxê Eşîreya Şemer a Ereb Himêdî Deham El-Hadî di demên dawî de serdana gelek deverên Sûriyeyê kir, di nav de paytexta Sûriyê Şam bû. Li ser serdana wî gelek gotegot belav bibû. Der barê van gotegotena Şêx Himêdî Deham El-Hadî îro civîneke çapemeniyê li mala xwe ya li gundê Til Elo ya navçeya Til Koçerê lidar xist û bersiva gotegotan da.

El-Hadî di destpêka axaftina xwe de got, serdana wî bi armanca lihevkirinê bû, her wiha peyama aştiyê ji hemû gelên herêmê re ye û ev tişt anî ziman: "Sûriya ne aliyek e û civaka Cizîrê jî ne aliyek bi tenê ye, lê belê em hemû Sûrî ne."

Şêx Himêdî Deham El-Hadî her wiha got: "Destwerdana hêzên derve bû sedema wêrankirina herêmê, lê em yek gel in, gelê Sûriyê ne. Rêxistinên islamî yên tundraw êrîşî herêmên me kirin, hemû pêkhateyên Sûriyê kirin hedef û dijminahiya hemûyan kir. Li ser vê yekê divê em li hemberî hemû komployên ku dixwaze ferqê di navbera Kurd û Ereban de çêbike bisekinin, kesên ku dixwaze me ji hev qut bike heman kesên ku dixwazin alozî dewam bike, lê em yek gel û li ser xakekê ne ew jî Sûriyeyê ye."

Şêx Himêdî Deham El-Hadî  di dewama axaftina xwe de got: "Divê mafê hemûyan were parastin, em bi yekîtiya Sûriyeyê bawer in. Lew re divê em li hemberî aliyên ku dixwazin fetneyên netewî, partiyetî, an herêmî çêbikin bisekinin û bi aqil pirsgirêkên herêmê çareser bikin."

Li ser serdana xwe ya ji bo Laziqiyê û Şam Şêx Himêdî ev tişt anî ziman: "Bi lihevkirin û yekîtiya Sûriyeyê em bighêjin çareseriyê, em hemû dixwaze alozî çareser bibe, bi hevgirtin û kombûna li derdora Rêveberiya Xweser mafê hemû gelan misoger dibe, Rêveberiya Xweser jî ji bo vê tiştî dixebite, ji berê ve em ji bo mafê xwe têkoşînê dikin, ev tiştekî mirovî ye."

Şêx Himêdî Deham El-Hadî di dawiya axaftina xwe de ev titş anî ziman: "Gelê Cizîrê aramiya herêmê parast, Kurdan ji bo vê yekê bi Ereban re bû yek û fedekarî kirin. Li ser vê yekê divê em ji fitneyan xilas bibin, ji ber ku Kurd û Ereb Sûrî ne."

ANHA