SCF: Tirkiyê 2 hezar û 950 gotar ji ser malperan rakirin

Di raporeke SCF’ê de hate eşkerekirin ku hikumeta Tirkiyê di sala 2018`an de bi hezaran gotar ji ser malperên înternetê rakirine.

SCF: Tirkiyê 2 hezar û 950 gotar ji ser malperan rakirin
22 sibat, 2019   14:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya ramyarî ya Swêdê Navenda Azadiyê ya Stockholmê (SCF) diyar kir ku hikumeta Tirkiyê gelek gotar ku hejmara wan gihaşt 2 hezar û 950’an, di sala 2018`an de ji malperên înternetê rakirine.

Her wiha di raporê de hate zelalkirin ku hikumeta Tirk 77 tweet ji ser malpera Twitterê û 5 dîmen ji ser tora Facebookê rakirine û 10 torên elektronîk girtine.

Tê zanîn ku hikumeta Tirkiyê bi dehan dezgeh, rojname û ajansên demokrat û bi taybet rojnameyên çapemeniya azad û rojnameyên Kurdan girtin û van kiryarên xwe didomîne.

(jo)