‘Her zarokek ku nû tê dinê, navê Ocalan bang dike’

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku Ocalan gelê Kurd ji xewê hişyar kir û her wiha destnîşan kir ku Komploya Navdewletî fikra azad û tevahiya gelên bindest kirin hedef û gotin her zarokek ku nû tê dinê, navê Ocalan bang dike.

‘Her zarokek ku nû tê dinê, navê Ocalan bang dike’
22 sibat, 2019   11:29

KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Di 15`ê Sibata 1999`an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployekê navdewletî ji hêla hejmarek dewletên herêmî û cîhanê ve dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Komplo di şexsê Ocalan de tunekirina hêviyên gelê Kurd û tevahiya gelan di azadiyê û xilasiya ji zilm û zordestiyê de armanc dikir.

Piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û her kesê ku bi fikr û felsefeya wî bawer li tevahiya Kurdistanê, Ewropayê û hejmarek dewletên Ereb serî hilda. Bi boneya salvegera dîlgirtina Ocalan her sal gelê Kurd komployê bi rêya organîzekirina cure çalakiyan û daxuyaniyan şermezar dike.

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê diyar kir ku komploya der heqê Ocalan de fikra azad û nirxên mirovahiyê kirin armanc. Sirac Mihemed birayê şehîd Miheme Xêr e ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, diyar kir ku komplo derbasî sala xwe ya 21`yan dibe û wiha got: "Ev komplo ne tenê kesayeta Ocalan lê belê gelê Kurd û tevahiya gelên ku li Kurdistanê dimînin ji Ereb, Suryan û Aşûr kirin hedef."

Mihemed destnîşan kir ku dewletên komploger îdia kirin û hîna îdia dikin ku ew dewletên dewmokratîk in û ev tişt ji rastiyê dûr e. Mihemed di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku ji bo rakirina zilma li ser gelê Kurd wan şehîd dane û destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Ocalan gel ji xewê hişyar bû. Di dawiyê de Mihemed şopandina rêya Ocalan û berdewamkirina çalakiyên şermezarkirina komployê û tecrîda girankirî ya ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin, tekez kir.

Xwişka şehîd Xalid ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û dayîka du şehîdan Nûbar Xelef ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne û Lewend Xelef ê ku di nav refên YPG`ê de di şerên şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ`ê de li ser navçeya Tirbespiyê şehîd bûye Heyat Silêman diyar kir ku her zarokek nû tê dinê navê Ocalan bang dike, ev îsbata mezinahî û fikra wî ya azad e, ji ber ku wî banga azadiya gelê xwe û tevahiya gelên herêmê kir. Her wiha rêberê tekane ye ku di serdema nûjen de banga azadiya jinan û pêwîstiya lîstina rola xwe di civakê de kiriye.

Heyat diyar kir ku birayê wê û piştre her du kurên wê bi fikr û felsefeya Ocalan bawer kir, ji ber wê ji bo fikrên Ocalan ên rizgarkirina civakê ji koletiyê û zilmê armanc dikin, canê xwe feda kir.

Heyat Silêman tekez kir ku ew şopdarên rêya şehîdan in û soza têkoşînê heya şikandina tecrîda ku li Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ferzkirin heta azadiya wî dubare kir.

(şx)

ANHA