Konferansa Ciwanan: Rêya çereseriya aloziya Rojhilata Navîn ramanê Ocalan e

Delgeyeyên ku tevlî Konferansa 2'yan a Rojhilata Navîn Ciwanan a li Kobanê bûne li dijî tecrîda li ser Ocalan bi çar zimanan daxuyanî dan û gotin: “Ramanên Ocalan ji bo çareseriya aloziya Rojhilata Navîn yekane rê ye.”

Konferansa Ciwanan: Rêya çereseriya aloziya Rojhilata Navîn ramanê Ocalan e
Konferansa Ciwanan: Rêya çereseriya aloziya Rojhilata Navîn ramanê Ocalan e
22 sibat, 2019   13:12

KOBANÊ

Delegeyên ku tevlî Konferansa 2’emîn a Rojhilata Navîn a Ciwanan bûne, di roja dawî ya konferansê de ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çar zimanan daxuyanî dan.

Di konferansê de ya ku li gel çar parçeyên Kurdistanê, ji Iraq, Urdun, Libnan, Filîstan, Libya, Ermenîstan, Misir, Tirkiye, Tûnis, Yemen, Efganîstan, Bakurê Sûriyê û Sûdanê 300 delegeyên ji gelên cuda hazir bûn, bi daxuyaniyekê hate gotin tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin.

Di daxuyanî bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî û Sûryanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelên herêmê tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û tecrîd di şexsê Ocalan de li ser gelên herêmê hatiye danîn.

Di daxuyaniyê de çalakiyên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, hate slavkirin û  hate goitn: ''Li dora ramanên Rêber Apo îro em li cem hev in û konferansa ku li vir me li dar xistiye jî berhema wê felsefeyê ye. Ramanên wî ji bo çareseriya krîza Rojhilata Navîn rêya yekane ye. Her çendî planên ku bi dîlgirtina Rêber Ocalan û bi tecrîdê li ser Rojhilata Navîn têne danîn dîsa bi felsefeya Ocalan bi giştî hatibin pûçkirin jî, em azadiya fizîkî ya Ocalan ji bo dahatuya herêmê pir hewce dibînin.''

Delegeyên konferansê gotin armancên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojhilata Navîn bi hêza pêşeng a ciwan û jinan wê werin pûçkirin.

(jo/bm)

ANHA