Ciwanan di roja sêyemîn de rêyên çareseriya pirsgirêkên herêmê nîqaş kirin

Di roja sêyemîn a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de gelek nîqaş li ser alozî û pirsgirêkên herêmê û rêyên çareserkirina wan pêk hatin.

Ciwanan di roja sêyemîn de rêyên çareseriya pirsgirêkên herêmê nîqaş kirin
Ciwanan di roja sêyemîn de rêyên çareseriya pirsgirêkên herêmê nîqaş kirin
Ciwanan di roja sêyemîn de rêyên çareseriya pirsgirêkên herêmê nîqaş kirin
22 sibat, 2019   11:38

KOBANÊ

Îro xebatên roja sêyemîn a Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin, pêk tê. Tê de bi sedan ciwanên ji welatên Rojhilata Navîn û herêmên Sûriyê beşdar dibin.

Endamê Tevgera Guhertinê Îsmaîl Henan di konferansê de axivî û wiha got: "Em ciwan dikarin bibin pêşeng û xwedî biryar bin û di hemû helwestan de hebin û beşdarî pêşniyarên çareserkirinan û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bibin. Silavekê ji ciwanên şoreşger li hemû Rojhilata Navîn re ku dixwestin beşdarî konferansê bibin û sîstemên dîktator û desthilatdar nehiştin bên vir, dişînim. Em soz didin ku em ê bi biryarên layiqî ciwanên Rojhilata Navîn bidin. Ez dixwazim bibêjim ku hin sîstemên desthilatdar dixwestin vê konferansê têk bibin, em ê îsbat bikin ku em dikarin Rojhilata Navîn ji vê aloziyê derxin."

Paşê yek ji endamên Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Seydo Başûr destnîşan kir ku hin dewlet dixwazin tevgerên şoreşger li bajarên Rojhilata Navîn tune bikin û wiha domand: "Gelek dewletên ku ketin bajarên Rojhilata Navîn temenê wê dan, bi hemû awayî xwestin tevgerên şoreşgerî tune bikin."

Tê payîn ku konferans piştî çend seatan bi dawî bibe.

(jo)

ANHA