Li "herêma bêçek" topbaran zêde dibe

Li ser "herêma bêçek" topbaran ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve zêde dibin. Bi taybet li ser bejahiya Idlib û Hemayê top tên barandin.

Li "herêma bêçek" topbaran zêde dibe
22 sibat, 2019   11:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku “herêma bêçek" bûye armanca rejîma Sûriyê ya bombebarandinê.

Hêzên rejîma Sûriyê deverên Şehrenaz û El-Şerîa û bajarokê El-Letamine yên bejahiya bakur rojavayê Hemayê topbaran kirin.  Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku welatiyekî di encama bombebarana li ser bajarokê Seraqêb ê Idlibê de roja pêncşemê jiyana xwe ji dest da.

Ajansa SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê wiha got: "Yekîneyên artêşa Sûriyê li bejahiya Hemayê di encama binpêkirinên çeteyan a peymana agirbestê de, bersiva çeteyên Cebheta El-Nusra da û di encamê de ziyan gihîşt terorîstan.”

Ajansa SANA wiha lê zêde kir: “Di berbanga vê sibehê de yekîneyên artêşa Sûriyê gelek roket avêtin baregeh û navendên serçeteyên terorîst ên Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê yên ku li bejahiya başûrê Idlibê û rojhilatê bajarê Seraqibê belav bûne. Di encamê de hem ziyanên madî û hem jî yên şexşî rû dan.”

Piştî diyalogên Rûsya-Tirkiyê nakokî li ser rewşa Idlibê eşkere bûn. Tirkiye hewl dide çeteyên Cebhet El-Nusra di rêxistineke nû de bi cih bike da ku tev li destûra Sûriyê bibe. Lê Rûsya jî hewl dide van koman ji hev bixe û nuqteyên wan radestî hêzên rejîmê bike.

(fr)