Jinên êzidî: Em bi YPJ`ê serbilind in

Jinên êzidî destnîşan kir ku ew bi YPJ`ê ku bi sedan jinên êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine, serbilind in. Her wiha diyar kir ku DAIŞ berdewama fikrên Osmanî ye.

Jinên êzidî: Em bi YPJ`ê serbilind in
22 sibat, 2019   10:52

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM /QAMIŞLO

Çeteyên DAIŞ`ê bi tevahiya rêbazan hewl da civakê parçe bikin û fikrê xwe yê terorîst belav bikin, bi taybet di nava civaka êzidî de. Civaka êzidî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêma Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de bû armanceke sereke ji çeteyan re. Tevî wê jî hêzên PDK`ê civaka êzidî neparast. Di encamê de komkujiyeke nû li ser wan de pêk hat û bi hezaran jin û zarokên êzidî ji aliyê  çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin û qetilkirin.

Wê demê destpêkê YPG û YPJ li hember çeteyên DAIŞ`ê sekinîn û piştî avabûna QSD`ê şerên rizgarkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate berdewamkirin. Ji erkên destpêkê yên hêzan rizgarkirina jin û zarokên êzidî bûn.

Di pêngavên QSD`ê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan jin û zarokên êzidî hatin rizgarkirin. Jinên êzidî yên navçeya Tirbespiyê bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ`ê li ser erdê, kêfxweşiya xwe anîn ziman û destnîşan kir ku ew bi YPJ`ê ku erka rizgarkirina jin û zarokên êzidî girtiye ser xwe, serbilind in.

YPJ`ê rûmeta jinên êzidî vegerand

Zozan Şemo diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê hewl da civakê, bi taybet civaka êzidî, parçe bikin, ji Şengalê dest pê bike heya Sûriyê û bi hezaran jinên êzidî revandin û wiha dewam kir:" Lê QSD li dijî fikra tundraw sekinî û yekbûna civakê bi tevahiya pêkhateyan ve parast.”

Zozan destnîşan kir ku ew bi YPJ`ê ku li dijî DAIŞ`ê sekinî û jinên êzidî rizgar kirin, serbilind e û wiha got: "YPJ cihê serbilindî û serfiraziyê ye, piştî ku rûmeta jinên êzidî vegerand."

Ji aliyê xwe ve Semîra Şikrî destnîşan kir ku gelê êzidî li ber çavên cîhanê û bêdengiya wî ji ber çeteyên DAIŞ`ê êş û azar kişandine û wiha dewam kir: "Îro bi nêzîkbûna tunekirina DAIŞ`ê re em spasiya QSD`ê bi taybet YPJ`ê dikin ku jinên êzidî rizgar kirine."

DAIŞ`ê hewl da erkên Tirkiyê temam bike

Lava Şero teqez kir ku DAIŞ berdewama siyaseta dewleta Tirk a Osmanî ye, ew siyaset têkbirina gelên herêmê yên resen bi taybet civaka êzidî armanc dike û ev tişt anî ziman: "Komkujiyên li ser Ermenan şahida siyaseta dewleta Tirk e ku DAIŞ`ê hewl da temam bike."

Di dawiyê de Lava Şero wiha got: "Cara yekemîn e di dîrokê de jin bi armanca rizgarkirina jinan çekan radike. Wek jinên êzidî em spasiya wan dikin. Her carê ku jinên êzidî rizgar dikin, em kêfxweş dibin."

(şx)

ANHA