Swîsre, Cosar ê Sûryanî ku li dijî DAIŞ'ê şer kirî dadirizîne

Welatiyê Swîsrî yên bi navê Johhan Cosar ê Sûryanî ji ber ku li dijî DAIŞ’ê şer kiriye, li Swîsrê tê darizandin.

Swîsre, Cosar ê Sûryanî ku li dijî DAIŞ'ê şer kirî dadirizîne
22 sibat, 2019   11:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Yenî Ozgur Polîtîka, welatiyê Swîsreyê Johan Cosar, bi hinceta ku li dijî DAIŞ'ê şêr kiriye tê darizandin. Cosar jî beriya niha bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir, ew endamekî Konseya Leşkerî ya Sûryanî (MFS) bûye û pê şanaz e ku li dijî hêzeke li dijmirovahiyê şer kiriye.

Johan Cosar ku ji bo ku li bavê xwe yê windabûyî bigere çûbû Sûriyê, li dijî êrîşên DAIŞ'ê ji bo ku gelê xwe biparêze tevlî nav Konseya Leşkerî ya Sûryanî bûbû. Cosar piştî ku di navbeyna 2012-2015'an de li dijî DAIŞ'ê şer kiribû, vegeriyabû welatê xwe Swîsreyê, hatibû destgîrkirin û li ser Cosar doz hatibû vekirin. Darizandina Cosar li Dadgeha Bellînszona dest pê kir. Cosar ê ku bi îdîanameya dozgeriya leşkerî tê darizandin, li gorî xala 94'an a Yasaya Cezayê Leşkerî, bi sûcdarkirina, ''Li gel ku endamê artêşa Swîsreyê ye, bêyî ku haya artêşê jê hebe, li ser xaka welatekî dî sûcê şer kirinê'' tê darizandin. Cosar beriya ku biçe Rojava di nav artêşa Swîsreyê de perwerdekar bu. Di darizandinê de ku nêzî heftiyekê wê bidome, wê biryar  li ser were standin bê ka şerê Cosar ê li dijî DAIŞ'ê weke sûc were dîtin an na.

Cosar beriya niha di daxuyaniyên xwe de gotibû dema ku ew li Rojava bûye, ji ber ku gelê xwe û gelên din ji êrîşên DAIŞ'ê biparêze alîkarî daye, ev peywireke mirovîye. Cosar her wiha gotibû ew pê şanaz e ku li dijî hêzeke dijî mîrovahiyê DAIŞ'ê şer kiriye.