2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê

Vê sibehê 2 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê di nava sivîlên ji Baxozê de, gihaştin kampa Holê.

2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê
2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê
2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê
2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê
2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê
2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê
2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê
2 hezar kes ji malbatên çeteyan gihaştin kampa Holê
22 sibat, 2019   10:22

HESEKÊ

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Li gel ku çeteyên DAIŞ’ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin jî pêşdeçûn û rizgarkirina sivîlan didome. Malbatên çeteyan ên ji herêmê derdikevin û xwe radestî QSD`ê dikin.

Vê sibehê 2 hezar kes ji malbatên çeteyan ji Baxozê gihaştin kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê.

Nûçegihanê me diyar kir ku malbatên gihaştin kampê ji gelek nasnameyan in û da zanîn ku di nav malbatan de kesên birîndar jî hene.

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku bi gihaştina malbatan re rêveberiya kampê ew pêşwazî kirin û birîndaran radikin nuqteyên Heyva Sor a Kurd, ji bo wan derman bikin. Di nava malbatan de hejmareke mezin jin, zarok û kesên temenmezin hene.

(jo/bm)

ANHA