‘Nîqaşa li ser doza jinan, di mêjiyê Rojhilata Navîn de guhertinek e’

Gelek ciwanên ku beşdarî Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bûn, diyar kir ku doza azadiya jinan yek ji dozên herî girîng ên civakê ye.

‘Nîqaşa li ser doza jinan, di mêjiyê Rojhilata Navîn de guhertinek e’
22 sibat, 2019   10:08

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşmeya "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a demokratîk ve" bi nîqaşên beşdaran li ser gelek xalan û dozên girêdayî civakên Rojhilata Navîn dewam dike. Di çalakiyên roja duyemîn a konferansê doza jinan yek ji dozên girîng bû ku nîqaş li ser hatin kirin.

Der barê mijarê de, ciwanê bi navê Henan Îsmaîl ku ji bajarê Qamişlo ye û beşdarî konferansê bû, wiha got: "Doza azadiya jinan ji bo rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn girîng e, divê em xwe ji zîhniyeta mêrdestiyê xelas bikin."

Ismaîl wiha domand: "Divê wekhevî di navbera her du cinsan de di hemû waran de pêk were, piştî tecrubeya projeya neteweya demokratîk derî li pêşiya jinan hat vekirin ku di aliyê bîrdozî de xwe rizgar bike û cihekî di hemû aliyan, leşkerî, siyasî û civakî de bigire û xwe îsbat bike."

Her wiha ciwanê bi navê Beşîr Hisên ji bajarê Bexdayê yê paytexta Iraqê axivî û wiha got: "Me gelek doz nîqaş kirin, ji wan a girîng doza jinan bû ku êşa mêrdestiyê dikişîne û nîqaşa li ser doza jinan dide xuyakirin ku guhertineke bîngehîn di mêjiyê Rojhilata Navîn de çêbûye."

Beşîr Hisên teqez kir ku jin dikarin di hemû aliyan de kar bikin û parastina welatê xwe bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin her tişt e û xwediya aştiyê ye, mîna Arîn Mîrkan ku bû sembola bajarê Kobanê û çalakiyeke fedayî li hember terorê kir da ku welatê xwe biparêze."

(jo)

ANHA