Buseyna Şeban: Erdogan hewl dide Îxwan El-Mislimîn bîne ser desthilatdariya Sûriyê

Şêwirmenda ragihandinê ya serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed, Buseyna Şeban di hevpeyvîna xwe ya li gel kanala El-Meyadîn de teqez kir ku armanc û hewldana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ew e ku qada siyasî û ya hikumetê bixe destê Îxwan El-Mislimîn.

Buseyna Şeban: Erdogan hewl dide Îxwan El-Mislimîn bîne ser desthilatdariya Sûriyê
22 sibat, 2019   10:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Buseyna Şeban ragihand ku armanca serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ew e ku Îxwan El-Mislimîn bixe nav qada siyasî ya Sûriyê, lê hikumeta Şamê vê yekê napejirîne û red dike. Buseyna Şeban wiha got: "Rizgarkirina Idlibê teqez e û Erdogan nikare herêma ewle li Bakurê Sûriyê ava bike."

Buseyna Şeban wiha dewam kir: "Opozîsyoneke jidil û rasteqînî tune ye, lê Îxwan El-Mislimîn a di bin baskê Tirkiyê de heye. Em nahêlin kesek jî nasnameya Sûriyê biguherîne."

Buseyna Şeban got daxuyaniya serokê rejîma Sûriyê ya li dijî Erdogan ji rastiyê bû û teqez kir ku Erdogan di avakirina "herêma ewle ya Bakurê Sûriyê" de bi ser nakeve.

(fr)