Akademiyên Civaka Demokratîk dibin jêdera belavkirina fikra azad

Akademiyên Civaka Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fikrên tarî yên çeteyan ku di nava civakê de belav kiribûn, ji holê radike û fikra demokrasî û biratiyê di nava gelan de belav dike. Akademiya Şehîd Rêzan Qamişlo ya li navçeya Til Hemîsê îsbata vê yekê ye.

Akademiyên Civaka Demokratîk dibin jêdera belavkirina fikra azad
Akademiyên Civaka Demokratîk dibin jêdera belavkirina fikra azad
Akademiyên Civaka Demokratîk dibin jêdera belavkirina fikra azad
Akademiyên Civaka Demokratîk dibin jêdera belavkirina fikra azad
Akademiyên Civaka Demokratîk dibin jêdera belavkirina fikra azad
Akademiyên Civaka Demokratîk dibin jêdera belavkirina fikra azad
22 sibat, 2019   08:56

ŞIHAB EHMED / QAMIŞLO

Herêmên başûrê herêma Cizîrê ji sala 2012’an heta 2015‘an rastî êrîşên komên çete hatin û çeteyan herêm dagir kir. Çeteyan bi hemû rêbazan hewl da fikrê xwe yê tarî û tundraw di nava pêkhateyan de biçînin. Piştî ku şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, Akedemiyên Civaka Demokratîk hate avakirin.

Li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo Akademiya Civaka Demokratîk a Şehîd Rêzan Qamişlo di 16‘ê Tîrmeha 2016‘an de hate avakirin. Akademî bi armanca belavkirina fikrên demokrasiyê, çanda biratiya gelan û jiyana hevbeş hate avakirin.

Akademiya Şehîd Rêzan ji dema hatiye vekirin heta niha 18 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirine. Di perwerdeyan de 375 kes ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezûn kirine. Tevlêbûna welatiyan ji bo dewreyên perwerdeyê yên akademiyan her ku diçe zêde dibe.

Akademiya Şehîd Rêzan Qamişlo roleke mezin di birêxistinkirin û perwerdekirina civakî û tunekirina fikrên DAIŞ‘ê de lîst.

Dewreyên perwerdeyê yên akademiyê

Her dewreyeke perwerdeyê ji 20 roj heta mehekê dewam dike. Di dewreyan de dersên li ser neteweya demokratîk, girîngiya perwerdeyê, hevjiyana azad, jinelojî, rêbazên xîtabetê, girîngiya demê, edaleta civakî, şerê taybet, çand û exlaq, tenduristî, jin û parastina rewa tên dayîn. Di dewreya perwerdeyê ya niha hatiye vekirin de 16 mêr û 6 jin başdar bûne.

Waneyên ku dîtine di jiyanê de pêk tînin

Farûq Ehmed El-Keran ji mamosteyên navçeya Til Hemîsê ye û beşdarî dewreyên perwerdeyê yên Akademiya Şehîd Rêzan Qamişlo dibe. El-Keran wiha qala tecrubeya xwe ya tevlêbûna perwerdeyê dike: “Akademiya Şehîd Rêzan gelek tişt girêdayî karê min da min. Di aliyê zanist, birêxistinbûn û rêbazên danûstandinan bi derdorê re. Di heman demê de rihê hevaltiyê li gel min ava kir. Bi rêya perwerdeyê min girîngiya demê nas kir."

El-Keran diyar kir ku fikrê ku wî ji ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye, di jiyana malbatê de û karê mamostetiyê de xistiye meriyetê.

El- Keran got ku nêrîna wî ya li hember jinan hat guhertin û wiha axivî: “Di aliyê mafên jinan û wekheviyê de fikra min hat guhertin. Pêwîstiya civakê bi guhertina vê nêrîna şaş hebû.”

 ‘Hevalên min ez teşwîqî akademiyê kirim’

Jina bi navê Besma Weys beşdarî dewreya perwerdeyê ya bi navê Dewreya Şehîd Elî Hisên El-Mûsa bûbû û diyar kir ku hevalên wê yên berî wê tev li perwerdeyê bûbûn, ew teşwîq kirin. Besma wiha got: “Min gelek sûd ji perwerdeyê girt. Ez mamoste me, vê perwerdeyê di aliyê kar û rêxistinê de sûd da min. Danûstandinên min bi mamsote, xwendekar û derdorê re hatin guhertin."

Besma her wiha teqez kir ku wê mafê jinan di perwerde û wekheviya bi mêr re nas kir û soz da piştî ku ji akademiyê derkeve dê dersên ku dîtine fêrî derdorê bike. Besma diyar kir ku ew ê jî hevalên xwe teşwîqî perwerdeyê bike.

Rêveberê Akademiya Şehîd Rêzan Qamişlo, Ebdulselam El-Casim jî wiha axivî: "Akademiya Şehîd Rêzan ji pêwîstiyekî hate vekirin da ku fikra azad belav bike. Destpêkê me gelek astengî di aliyê qebûlkirina civakê de dikişandin, ji ber ku herêm nû ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bûbû."

El-Casim bang li her kesî kir ku beşdarî akademiyê bibin û wiha got: “Ji bo bilindkirina asta fikrî, zanistî û naskirina wateya rast a demokrasî, azadî, rastiya Rêbertî û mafê jinan.”

(bm)

ANHA