DYA dê 200 leşkeran li Sûriyê bihêle

Rojnameya Wall Street Jounal a Amerîkayê li ser zimanê çavkaniyên ji Koşka Spî ragihand ku dê DYA 200 leşkerên xwe yên ji hêzên taybet li Sûriyê bihêle da ku aştiyê biparêzin. 

DYA dê 200 leşkeran li Sûriyê bihêle
22 sibat, 2019   08:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê kanala El-Hura ya Amerîkayê, li ser zimanê rayedarekî Pentagonê ragihand ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara mayîna nêzî 200 leşkerên ji hêzên taybet li Sûriyê heta demeke nediyar da.

Di demekê de ku çeteyên DAIŞ`ê nefesa xwe ya dawîn li Sûriyê didin, ev daxuyanî hate dayîn.

(ekîb)