Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand vekişîna DYA’yê ji Sûriyê û qala rewşên Sûdan, Iraq û Venezuelayê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
22 sibat, 2019   08:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Washingtonê biryar da ku 200 leşkeran bihêle da ku aştiyê li Sûriyê biparêze

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê kir û wiha got:" Koşka Spî îro ragihand ku DYA`yê dê komeke biçûk li Sûriyê bihêle da ku aştiyê biparêze ku ji 200 leşkerên Amerîkayê pêk tê. Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders di daxuyaniyekê de wiha got: “Wê komeke biçûk ji bo parastina aştiyê ku ji 200 leşkerên Amerîkayê pêk tê, heta demekê li Sûriyê bimîne.”

El-Ereb: Redkirina Parîs û Londonê ji bo dagirtina valahiya Amerîkayê li Sûriyê, planên Trump xistin nava metirsiyê

Rojnameya El-Ereb wiha got: "Çavkaniyên çapemeniyê yên Amerîkayê ragihand ku hevalbendên DYA`yê yên Ewropayê red kir ku valahiya ku wê hêzên Amerîkayê li Bakurê Sûriyê çêke, dagirin. Ev yek jî dê planên DYA`yê yên têkildarî vekişandina bilez a ji Sûriyê, bixe nava metirsiyê.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha lê zêde kir:" Rojnameya Washington Post li ser zimanê çavkaniyên ji Koşka Spî ragihand ku Parîs û Londonê red kir ku piştî vekişandina DYA`yê, ew hêzên xwe li Sûriyê bihêlin. Fransa û Brîtanya, her du dewletên ewropayî ne û tenê hêzên wan di nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de, li Sûriyê hene.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Di demekeê de ku rêxistina DAIŞ`ê nefesa xwe yên dawîn li gundê Baxozê li ser destê QSD`ê dikişîne, careke din şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê dikeve rojeva sereke ya Iraqê.”

Ji aliyekî din ve jî, rojnameya El-Ukaz li ser zimanê çavkaniyên Iraqê detayên serdana serokê Îranê Hesen Rûhanî ku tê payîn were Iraqê, eşkere kirin. Li gorî çavkaniyan, wê Rûhanî bi serokkomar, serokwezîr, serokê parlamentoyê û blokên siyasî yên parlamentoya Iraqê re bicive.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Desthilatdariya Sûdanê, roja pêncşemê gelek ji rêveberên partiyên muxalîf ji ber ku di “Karwanê Oxirkirinê” de yê ber bi qesra serokatî ve diçûn, girtin.”

Venezuela

Têkildarî rewşa Venezuelayê jî, rojnameya El-Beyan nûçeyeke xwe wiha ragihand: "Serokê Venezuelayê Nicholas Maduro duh girtina sînorê bejahî yê bi Brezîlyayê re ragihand.”

(kc)