Xezeba Zeytûnê: 8 çete û îstixbaratên Tirkiyê hatin kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, teqîna erebeya bombebarkirî ya duh li ser Pira Xendûra ya herêma Cerablusê pê hat, girt ser xwe û diyar kir ku 8 çete di çalakiyê de hatine kuştin.

Xezeba Zeytûnê: 8 çete û îstixbaratên Tirkiyê hatin kuştin
22 sibat, 2019   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li bajarokê Xendûra yê gundewarên rojavayê Cerablusê ku ji aliyê leşker û çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, teqînek pêk hat. Di encamê de 4 çete û 4 jî endamên îstixbarata Tirkiyê hatin kuştin.

Odeya çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê teqîna erebeya bombebarkirî girt ser xwe û wiha got: “Ev çalakî di çarçoveya çalakiyên tolhildanê yên li Bakurê Sûriyê de ye. Ev çalakî hesabxwestina çeteyên ku beşdarî dagirkirina Efrînê bûn, şêniyên wê dan koçberkirin û kiryarên terorîst li ser gel pêk anîne.”

Odeyê diyar kir ku 4 çete di teqîna bi navê "Emniyê Izaz" de hatin kuştin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Elewî Neyîf, Emîr Dîbo, Mihemed El-Şêx Neyîf ji bajarê Til Rifet in. Yên din jî kesê bi navê Rebî El-Rebî ji bajarê Kefrê ye û 4 çete ji îstixbaratên dagirkeriya Tirkiyê ne.

Odeyê destnîşan kir ku çalakiya wan di dema çalakiya Efrînê de pêk hat û tê de bi dehan çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di daxuyaniyê de teqez kir ku ew ê çalakiyan li dijî kesên ku destê wan ketiye xwîna şêniyên Efrînê pêk bînin û tola wan hilînin.”

(jo/bm)

ANHA