Şêxên êlên Reqayê: Serkeftina li dijî DAIŞ’ê ji tevahî cîhanê re serkeftin e

Şêx û rûspiyên êlên Reqayê diyar kir ku serkeftina li dijî DAIŞ’ê ji tevahî cînanê re serkeftin e û wiha got: “Gelê Sûriyê ji hev nayê parçekirin û ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ew bi diyaloga Sûrî- Sûrî re ne.”

Şêxên êlên Reqayê: Serkeftina li dijî DAIŞ’ê ji tevahî cîhanê re serkeftin e
22 sibat, 2019   08:04

HEMED EL-MISTEFA - XALID EL-CUMA / REQA

QSD’ê di 16’ê Sibatê de ragihand ku DAIŞ di bejahiyeke kêm de dorpêç kirine û dê di nêztirîn demê de mizgîniya têkçûna DAIŞ’ê  bidin tevahî cîhanê. Vê daxuyaniyê keyfxweşî  xist nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şêx û rûspiyên êlên Reqayê keyfxweşiya xwe ji ajansa me re vegot. Şêx û rûspiyan destnîşan kir ku zarokên wan li dijî hêzên terorê yên ku hêzên cîhanî nikarîn wan tune bikin, şer kir û canê xwe feda kir.

Rûspiyê êla El-Efdalê Deham El-Şiblî wiha got: "Em bejna xwe li ber şehîdên leheng ditewînin û em QSD`ê bi serkeftinên ku li dijî DAIŞ`ê bi dest xistine, pîroz dikin. Em beşek in ku ji Sûriyê nayên parçekirin. Em hemû bi danûstandina Sûrî-Sûrî re ne, ya ku mafê tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê diparêze ew e."

El-Şiblî destnîşan kir ku gelê Sûriyê di nav mozaîkeke hevgirtî û biratiyê de dijî û wiha got: “Lewre divê li dijî her êrîşkerekî ku hewl dide biratiya gelan û fikra demokratîk têk bibe, were sekinandin.”

El- Şiblî têkildarî daxuyaniya QSD’ê ya ji bo nêzbûna têkçûna DAIŞ’ê wiha got: “Têkçûna DAIŞ`ê wê di çareseriya aloziya Sûriyê de bandorek erênî bike. Her wiha dê rolek girîng di pêkanînên hêviyên gelan û rakirina koletiyê de bilîze. Ji ber ku em gelên azad in û em azad hatine dinê.”

Şêxê êla El-Sabxa Mihemed Tirkî El-Sewan jî diyar kir ku tevahiya gelê Sûriyê yê ku li dijî hemû komployên navdewletî û herêmî li ber xwe daye bi nêzbûna têkbûna DAIŞ’ê pîroz kir û wiha axivî: “Gelê me hêviyên dewletên ku fitneyê dixin nava pêkhateyên herêmê şikandine.”

El-Sewan gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Îro me ji wan dewletan re îsbat kir ku em tevnek li ser hezkirin, biratî û yekbûna gelê Sûriyê hatine avakirin. Kesek nikare me ji hev cuda bike. Piştî  QSD, DAIŞ’ê têk bibe, em hêvî dikin ku Sûriye tevahiya şêniyên xwe hembêz bike da ku em projeya neteweya demokratîk a ku me li pêşiya xwe xêz kiriye, bînin cih."

(şx/bm)

ANHA