QSD‘ê 3 şervanên xwe ji DAIŞ‘ê rizgar kirin

3  şervanên QSD‘ê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn girtin, di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de li Baxozê hatin rizgarkirin.

QSD‘ê 3 şervanên xwe ji DAIŞ‘ê rizgar kirin
22 sibat, 2019   07:29

REQA

Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê di rojên xwe yên dawîn de li gundê Baxozê yê bejahiya rojhilatê bajarê Dêrazorê didome. Di pêngavê de hin şervanên QSD‘ê dîl ketin destê çeteyên DAIŞ‘ê.

3  şervanên QSD‘ê ku di dawiya 2018‘an de ketibûn destê DAIŞ‘ê, ji aliyê hevalên xwe yên şervan ve hatin rizgarkirin. Şervanên hatin rizgarkirin bi kêfxweşiyeke mezin, tilîlî û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD‘ê, hatin pêşwazîkirin.

Şervanekî QSD‘ê yê ku hatiye rizgarkirin Ehmed Eymen Qiyas. Qiyas ji parêzgeha Humsê ye û bi malbata xwe re koçî Reqayê bû. Qiyas tev li refên QSD‘ê bû û di pêngava Bagera Cizîrê de cih girt.

Ehmed Eymen Qiyas bi çend hevalên xwe yên şervanên QSD‘ê re di encama kemînekê de li bajarê Hecînê ket destê DAIŞ‘ê û li ser vê yekê wiha tîne ziman: "Çeteyan DAIŞ‘ê li dijî me her cure îşkence pêk dianî, li me didan û em birçî hiştin û gefên serjêkirinê li me dixwarin."

Şervanê QSD‘ê Mihemed Remedan El-Hemûd ku ew jî rizgar bû, ji bajarê Reqayê ye. Piştî rizgarkirina gundewarên bakurê Reqayê tev li refên QSD‘ê dibe û beşdarî pêngava Bagera Cizîrê dibe. Mihemed di dawiya sala borî de li gundê Baxoza Jorîn dikeve destê DAIŞ‘ê û wiha dibêje: "Bi saya fedakariya hevalên me em ji çeteyan rizgar bûn, çeteyan her cure zilm li ser me dimeşand."

Her wiha şervanê QSD‘ê Mihemed Ebdulrehman Selama jî ji bajarê Reqayê ye û di pêngava Bagera Cizîrê de cih girt û wiha axivî: "Hevalên min ên Hêzên Sûriya Demokratîk ez rizgar kirim. Ez niha di nav malbatê de me. Em teqez dikin ku Hêzên Sûriya Demokratîk hêza leşkerî ya tekane ye ku dikare terorê têk bibe û gelan rizgar bike."

ANHA