‘Bêyî nûnertiya tevahiya pêkhateyan destûra Sûriyê nikare bê nivîsandin’

Endamên Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Reqayê teqez kir ku amadekirina destûra Sûriyê bêyî nûnertiya tevahiya pêkhetayên gelê Sûriyê ne pêkan e û nabe pêkhateyek were dûrxistin.

‘Bêyî nûnertiya tevahiya pêkhateyan destûra Sûriyê nikare bê nivîsandin’
22 sibat, 2019   07:53

EMAR EL-XELEF - HEMED EL-MISTEFA / REQA

Mijara avakirina komîteya amadekirina destûra Sûriyê di dawiya sala borî de di lûtkeya Soçiyê de di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de derket. Lê ev komîte ji ber nakokiya bi hikumeta Sûriyê re nehat avakirin.

Girêdayî mijarê endamên Meclisa Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Reqayê ji ajansa me re axivîn.

Endamê meclisê Ebdulrehman El-Îsa diyar kir ku destûra Sûriyê bêyî erêkirin û girtina nêrînên tevahiya pêkhateyên Sûriyê ne pêkan e amade bibe. El-Îsa destnîşan kir ku destûr qanûna herî bilind e ku rêgezên sereke yên welat amade dike.

El-Îsa wiha domand: "Wek gelê Sûriyê em destûrekê ku mafên tevahiya endam û pêkhateyan diparêzin, beyî dûrxistina tu aliyekî dixwazin. Lewre ji mafê gelê Sûriyê ye ku destûra xwe amade bike. Ew jî erkek e da ku destûr adil be û ji tevahiya pêkhateyên civakê re rêzdar be."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku lûtkeya çaralî ya ku di 27`ê Cotmeha 2018`an de li Stenbolê di navbera Tirkiye, Rûsya û Fransayê de bi armanca avakirina komîteya amadekirina destûra Sûriyê hate lidarxistin.

Têkildarî wê, serokê Buroya Zagonsaz a Meclisa Sivîl a Reqayê Ebdulfetah Nasir El-Ekir diyar kir ku ne pêkan e ku destûrek beyî girtina nêrîna gel were amadekirinm, ji ber ku gel aliyê tekane ye ku dikare bendên destûrê diyar bike û bi rêya destûrê civak tê birêvebirin. El-Ekir wiha berdewam kir: "Destûra ku erêniya piraniya gel nagire, nayê pejirandin. Tenê ji mafê gelê Sûriyê ye ku destûra welat li gorî urf û kevneşopên civaka Sûriyê bêyî ku pêkhateyek dûr bixe, amade bike."

Di nav gotinên xwe de El-Ekir destnîşan kir ku dûrxistina MSD`ê ji mekanîzmeya amadekirina destûra Sûriyê, tiştek nayê qebûlkirin e û wiha dewam kir:"Ji ber ku MSD nûnertiya zêdetirî 8 milyon ji pêkhateyên gelê Sûriyê dike. Ji ber wê çarenûsa vê destûrê têkçûn e ji ber ku nûnertiya tevahiya gelê Sûriyê nake.”

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh di salvegera yekemîn ya wefata nûnerê Rûsyayê yê domdar li gel NY`yê Vitaly Churkin de teqez kiribû ku xebatên avakirina komîteya amadekirina destûra Sûriyê di pêvajoya dawîn de ye.

(şx)

ANHA