43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin

Hejmara koçber û penaberên kampa Holê niha zêdetirî 43 hezar e, di nav de 31 hezar koçberên Sûriyê yên ku ji herêma Hecînê ya rojhilatê parêzgeha Dêrazorê koçber bûne. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên xwe yên kêm hewl dide pêdiviyên niştecihên kampê peyda bike.

43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin
43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin
43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin
43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin
43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin
43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin
43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin
43  hezar koçber û penaber li kampa Holê dimînin
22 sibat, 2019   07:17

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Kampa Holê ya taybet ji bo penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê ji 13`ê Îlona 2018`an ve 31 hezar û 100 koçber ji herêma Hecînê pêşwazî kirine ku di nav de malbatên çeteyên DAIŞ`ê jî hene. Hejmara koçberên ku kamp hembêz dike gihaşt zêdetirî 43 hezar koçber û penaberan. Kamp li ser rûberekî bi 1 kîlometre çargoşe hatiye avakirin û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavdêriya wê dike.

Di dema şerê Kendava Ereban de Komîseriya Bilind a Penaberan kampa Holê di destpêka sala 1991`yan de li başûrê bajarokê Holê ku bi 45 km ji aliyê rojhilat ve ji kantona Hesekê dûr e, ava kir. Wê demê derdora 15 hezar penaberên Iraqê lê bi cih bûbûn. Di sala 2004`an de dema şer li Iraqê destpê dike, careke din bi koordîneya hikumeta Sûriyê bi armanca pêşwazîkirina penaberên Iraqê kamp careke din hate vekirin. Wê demê zêdetirî 20 hezar iraqî lê bi cih bûn, lê dema şer li Iraqê rawestî, hemû penaber vegerîn Iraqê.

Li gel şert û mercên aloziya Sûriyê û windakirina rejîma Sûriyê gelek herêmên stratejîk û parêzgehên Sûriyê, komên çete kamp wek nuqteyek leşkerî, perwerdeyên çeteyan û depokirina cebilxaneyên xwe bi kar anîn. Di 2013`an de kamp dikeve bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê, bi vê yekê kampê ji sedema ku hatiye avakirin, dûr dikeve.

QSD`ê bajarokê Holê û kampa Holê di pêngava rizgarkirina gundewarên başûrê bajarê Hesekê de di 13` Mijdara 2015`an de rizgar kirin. Piştre kamp bû yek ji navend û herêmên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Ji aliyê xwe ve rêveberiyê yekser dest bi sererastkirina kampê kir.

Piştî ku artêşa Iraqê dest bi şerên xwe li dijî DAIŞ`ê li Iraqê kir û piştî ku QSD`ê dest bi rizgarkirina herêmên din kir, penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê di 21`ê Nîsana 2016`an de kampa Holê ya ku Rêveberiya Xweser bi derfetên kêm vekiriye, ji xwe re wek stargeh dît.

Ji sala 2016`an ve heya dawiya 2017`an kampa Holê bi çavdêriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rtojhilatê Sûriyê zêdetirî 17 hezar penaberên Iraqê pêşwazî kirin. Piraniya wan ji Sincar, Mûsil û El-Beac bûn. Tevî wê jî derdora 3 hezar koçberên Sûriyê ji herêmên Sûriyê piraniya wan ji şêniyên parêzgeha Dêrazorê bûn. Piraniya penaberên Iraqê û koçberên Sûriyê piştî rizgarkirina herêmên wan ji DAIŞ`ê, vegerîn warên xwe. Di sala 2018`an de derdora 12 hezar koçber û penaber di nav kampê de man.

Bi ragihandina QSD`ê pêngava dawîn a Bagera Cizîrê re ji bo rizgarkirina berîka dawîn a DAIŞ`ê li Rojhilatê Firatê li herêmên Hecîn, El-Sûse, El-Şefaa û gundên wan sivîlên herêmên rojhilatê parêzgeha Dêrazorê koçberî kampa Holê bûn.

Asta pêlên koçberiyê piştî dijwarbûna şerên di navbera QSD`ê û DAIŞ`ê de ku heya roja me ya îro didomin, zêde bûn. Kampa Holê ji destpêkirina pêngavên leşkerî ve û rizgarkirina sivîlan ji destê DAIŞ`ê, derdora 31 hezar û 100 koçberan ji şêniyên herêma Hecînê pêşwazî kirine, di nav wan de malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî jî hene.

Li kampa Holê malbatên DIAŞ’ê

Îro kampa Holê zêdetirî 43 hezar koçber û penaberan hembêz dike. Hejmara penaberên Iraqê vê dawiyê gihaşt 21 hezar penaberan. Hejmara malbatên DAIŞ`ê hezar û 100 û hejmara koçberên Sûriyê heya roja me ya îro 20 hezar koçber e.

Di kampê de ku 5 beş hene û hezar û 500 kon hatine belavkirin. Rêveberiya Xweser a kantona Hesekê beşên yekem, duyem û sêyem ji penaberên Iraqê re û beşên çarem û pêncem ji koçberên Sûriyê re û beşeke biçûk ji malbatên DAIŞ`ê yên biyanî re diyar kirine. Ji aliyekî din ve zêdetîr 350 malbatên ku ji herêmên Dêrazorê koçber bûne, niha li bendê ne ku li ser konan werin belavkirin, heta ku kon werin vedan.

Bi nêzikbûna tunekirina DAIŞ`ê re ji aliyê leşkerî ve di berîka xwe ya dawîn de li herêma Hecînê ya girêdayî parêzgeha Dêrazorê, xebatên pêşwazîkirina koçberan di nav kampê de hîna berdewam in.

Derfetên kampê yên kêm

Ji ber hejmara zêde ya koçber û penaberan di nav kampa Holê de li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî û cîhanî pêşkêşkirina alîkariyan, barê rêveberiya kampê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk giran dibe. Tevî derfetên kêm rêveberiya kampê hewl dide pêdiviyên koçber û penaberan ên bingehîn di nav kampê de peyda bike.

Girêdayî astengiyên ku rastî rêveberiya kampa Holê tên endamê rêveber ê Kampa Holê Mihemed Ehmed El-Elî wiha got: "Astengiyên herî mezin paşguhkirina rêxistinên mirovî û xizmetguzariyê li gel zêdebûna hejmara koçberan, derfetên kêm ên ku hindek rêxistinên herêmî û navdewletî pêşkêş dikin. Tevî wê jî di nav kampê de di peydakirina xebatên tenduristiyê de em zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku di nav kampê de tenê Heyva Sor a Kurd van xebatan pêşkêş dike."

Kampa Holê yek ji 8 kampên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye û pêdiviyên koçberan peyda dike. Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kampên wekî Tiwêhnê, Eyn Îsa, Mebrûka, Erîşe, Newroz, Meştenûr û Roj hene. Piraniya van kampan koçberên Sûriyê  hembêz dikin.

(şx)

ANHA