‘Konferans dê têkoşîna hevpar a ciwanan bike yek’

Endamê komîteya amadekar a Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn, destnîşan kir ku ew ê bi rêya yekkirina têkoşîna hevbar a ciwanan, gelên Rojhilata Navîn vegerînin ser rêya rast û herêmê ji domdariya şer derxin.

‘Konferans dê têkoşîna hevpar a ciwanan bike yek’
20 sibat, 2019   11:17

KOBANÊ

Duyemîn Konferansa Ciwan a Rojhilata Navîn ku vê sibê li bajarê Kobanê, bi beşdariya ciwanên ji Misr, Filistîn, Lubnan, Iraq, Îran, Tirkiye, Ermenistan û gelek bajaran Sûriyê dest pê kir, berdewam dike.

Konferans bi axaftina endamê komîteya amedekar a konferansê Harûn Apoyî dest pê kir. Apoyî destnîşan kir ku lidarxistina vê konferansê gaveke dîrokî ye û têkildarî nirxên civakên Rojhilata Navîn e.

Harûn Apoyî wiha axaftina xwe dewam kir: “Di dîrokê de cara yekem e ku ciwan bi çand, fikr, bawerî û olên xwe li Sûriyê li ser vê xaka ku ciwanên fedakar canê xwe bo rûmeta vî gelî dane, li hev kom dibin. Li ser vî esasî em vê konferansê li hemû têkoşerên ku di oxira jiyana azad û demokratîk de ji bo gelên xwe şehîd bûne, pîroz dikin."

Apoyî di dewama axaftina xwe de ev yek got:" Em ê bi yekrêziya ked, têkoşîna ciwanan gelên Rojhilata Navîn vegerînin ser rêya rast û ji ji domdariya şer derxin."

Harûn Apoyî destnîşan kir ku kesên derbaskirina ciwanan li bakurê Sûriyê û beşdariya wan ji konferansê re astengî derxistin, di serî de Hikumeta Başûrê Kurdistanê, ew li pêşiya şoreşên gelan dibin asteng û ev yek jî bandoreke neyînî li ser civakê çêdike û wiha dewam kir:" Mîna van sîsteman bihara gelan li ser gelên herêmê kirin dojeh.”

Hikumeta Başûrê Kurdistanê destûr neda ku 10 rêxistinên ciwanan û ciwanên partiyan di deriyê Sêmalka re derbas bibin da ku tev li konferansê bibin.

Konferans didome.

(ekîb)

ANHA