Bi meşeke meşaleyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Bi pêşengtiya ciwanan, şêniyên bajarê Qamişloyê bi meşeke meşaleyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Bi meşeke meşaleyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi meşeke meşaleyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi meşeke meşaleyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi meşeke meşaleyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Bi meşeke meşaleyî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
16 tîrmeh, 2026   22:34
QAMIŞLI

Bi pêşengiya ciwanan, bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek meşaleyî li dar xist. 

Meş bi dirûşma "Bi vîna ciwantî azad bikin Rêbertî" ji Çerxerêya Osman Sebrî ber bi wargeha Ciwanan ve dest pê kir. Di meşê de meşale hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

Meş li wargeha ciwanan rawestiya û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Hêlîn Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê wî hatiye ragihandin.

Hate destnîşankirin ku ciwan dê piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bidomînin û ta azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin. Di daxuyaniyê de hata gotin, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gava bingehîn a serxistina pêvajoyê ye.

(bb)

ANHA