QSD’ê komek din a sivîlan ji nava lepên DAIŞ’ê rizgar kir

Şervanên QSD’ê komek din a sivîlan ji gundê Baxozê rizgir kirin. Şervanan 10 kamyon şandin pêşiya sivîlan û ew gihandin herêmên ewle. 

QSD’ê komek din a sivîlan ji nava lepên DAIŞ’ê rizgar kir
20 sibat, 2019   10:50

DÊRAZOR

Şervanên QSD’ê di çarçoveya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li gundê Baxozê yê Dêrazorê pêş de diçin.

Nûçegihanên me yên ku pêngavê dişopînin diyar kirin ku şervanên QSD’ê komek din sivîl ku di nav de birîndar jî hene ji gundê Baxozê rizgar kirin.

Her wiha şervanên QSD’ê 10 kamyon şandin pêşiya sivîlan û sivîl bi riya wan kamyonan ber bi herêmên ewle ve birin.

ANHA