Dewleta Tirk dibistanên Efrînê dike girtîgeh

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dibistanên kantona Efrînê vediguherîne baregeh û zindanan.

Dewleta Tirk dibistanên Efrînê dike girtîgeh
Dewleta Tirk dibistanên Efrînê dike girtîgeh
Dewleta Tirk dibistanên Efrînê dike girtîgeh
20 sibat, 2019   09:46

CAFER CAGFO / EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên hovane li dijî gelê Efrînê didomînin. Roj bi roj bi bêdengiya navdewletî û ya rêxistinên mafên mirovan re binpêkirin zêde dibe. Ev yek jî bar û zehmetiyên gelê Efrînê zêde dike.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ajansa me bi dest xistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Dibistana Şehîd Yûsif a li navçeya Bibilê kire baregeheke endam û çeteyên xwe. Her wiha dibistana gundê Şêxurzê kir girtîgehek ji bo girtina sivîlan.

Di heman demê de, li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatin bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya siyaseta guhertina demografyayê de nasnameyên tirkî ji şêniyên resen ên Efrînê re derxistin û ew wek koçber nivîsandin.

Dizî û talan didome

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18`ê Adara 2018`an ve kantona Efrînê dagir kir, talankirin û wêrankirin didome. Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên Firqet Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 75 hezar lîreyên Sûriyê ji welatiyekî temenmezin (60 salî) ê ji gundê Qeregul ê navçeya Bilbilê li pêşiya çavên şêniyên gund, standin. Her wiha kesên ku fermanên wan red dikin, îşkenceyê lê dikin.   

Çeteyên Feyleq Şam di demên dawîn de û ji destpêka ku Efrîn dagir kirine, cara yekem bendeke leşkerî li nêzî çiyayê Qerebîl ê di navbera gundê Bilîlko û Sîmala de danî. Çavkaniyên ji Racoyê diyar kir ku bi dehan çeteyên wan darên sindiyan qut dikin da ku bikin komir. Li gorî şêniyan, heger ev yek dewam bike dê ew çiya di demeke kurt de bibe çolistan.

Her wiha çeteyên Firqet Hemzat ên li gundê Çeqmaqa Mezin 4 hezar lîreyên Sûriyê li ser malbatên Kurd ên di gund de li beramberî parastina wan ji diziyê, ferz kir.

(bx)

ANHA