‘Daxuyaniyên Esed girêdana wî ya bi aliyên derve ve îsbat dike’

Telal Mihemed teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga hemû aliyên muxalefeta Sûriyê pêkan e û daxuyaniyên dawîn ên Beşar Esed girêdana wî ya bi aliyên derve ve îsbat dike.

‘Daxuyaniyên Esed girêdana wî ya bi aliyên derve ve îsbat dike’
20 sibat, 2019   09:28

ALVA OSÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed li ser daxuyaniya serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed der barê pêşeroja Sûriyê de û bandora daxuyaniyê li ser aloziya Sûriyê piştî 8 salan, ji ajansa me re axivî.

Telal Mihemed destnîşan kir ku aloziya Sûriyê û bi taybet piştî têkçûyîna DAIŞ`ê di cihên dawîn ên li Baxozê de, li gorî stratejiya nû dê herêmê bixe rewşeke nû, wê bihêle ku hemû alî li çareseriya aloziya siyasî bigerin.

Mihemed wiha domand: "Ketina aloziya Sûriyê di merheleya nû de di bin zextan û sponseriya herêmî û navneteweyî de dê hinekî aloziya ku dewam dike, kêm bike. Ev yek jî dê bi rêya destûreke demokratîk pêk were. Rejîma Sûriyê jî ji vê yekê ditirse, ji ber ku dizane wê bandorê li siyaseta wî li herêmê bike, ev yek di xîtab û daxuyaniyên serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed de derketin holê.”

Mihemed da zanîn ku xîtaba ku Esed da, teqez dike ku rejîm ji çareseriya aloziya Sûriyê re ne amade ye û wiha domand: "Daxuyaniyên dawîn ku Esed dan, nakokiyên rejîmê û girêdana rejîmê bi aliyên derve re ku bi çarenûsa welat dilîzin, dide diyarkirin. Her wiha dide nîşan ku rejîm di nav xwe de hatiye parçekirin. Rejîma Sûriyê û serokê wê Beşar Esed ji merheleya demokrasiyê re ku bi rêya wê dê aloziya Sûriyê çareser bibe, ne amade ye. Metirsiya rejîmê ji têkbirina siyaseta yek partî, yek al û Sûriya navendî heye.”

Her wiha Mihemed bi lêv kir ku ev daxuyaniya xizmeta merheleya heyî nake û xizmeta projeyên ji bo dîtina çareseriya aloziya Sûriyê ku di sala 2011’an de dest pê kir nake û wiha domand:" Ev yek dide diyarkirin ku rejîma Baasê hîna dixwaze temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û dûrî çareseriyê bikeve. Temenê dirêjkirina aloziyê ji rejîma Baasê re tê wateya dirêjkirina hebûna temenê wê  li ser hikum û desthilatdariyê.”

Mihemed teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga bi hemû aliyên muxalefeta Sûriyê û rûniştineke li ser maseya diyalogê û danûstanên ku xizmeta gelê Sûriyê bikin, pêk tê.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di pêkanîna Sûriyeke pirreng, nenavendî, bi sîstemeke demokratîk û hikumeteke bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê pêkan e û wiha got: “Dibe ku yekitiya xaka Sûriyê û çareseriya aloziya Sûriyê neçe xweşiya hin aliyên navneteweyî û herêmî û taybet Tirkiyê û rejîma Baasê.”

(jo)

ANHA