Şaredariya Gel a Efrînê tevî astengiyan hewl dide xizmeta şêniyan bike

Şaredariya Gel a Efrînê hewl dide kehrebeyê peyda bike, toreya kanalîzasyonê û rêyên zirar dîtine sererast bike û ava vexwarinê ji gundên kantona Şehbayê re peyda bike.

Şaredariya Gel a Efrînê tevî astengiyan hewl dide xizmeta şêniyan bike
Şaredariya Gel a Efrînê tevî astengiyan hewl dide xizmeta şêniyan bike
Şaredariya Gel a Efrînê tevî astengiyan hewl dide xizmeta şêniyan bike
Şaredariya Gel a Efrînê tevî astengiyan hewl dide xizmeta şêniyan bike
20 sibat, 2019   09:04

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê piştî dagirkirina warê wan ji aliyê  artêşa Tirk a dagirker ve di 18`ê Adara 2018`an de, neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe da kantona Şehbayê. Şêniyên Şehbayê û yên Efrînê ku hatine Şehbayê, ji ber wêranbûna binesaziya gundên herêmê ku çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Tirk di dawiya 2015`an de dagir kirine, zehmetiyan dikişînin.

Şaredariyên gel ên ku li kantona Şehbayê dixebitîn û Şaredariya Gel a Efrînê ku xwe ji nû ve birêxistin kir, ji bo pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê ji şêniyên gundan, bajarokan û yên di nav kampan de dimînin, dixebitin. Her wiha hewl didin pêdiviyên jiyanê ji av, kehrebe û nan peyda bikin.

Gundê Bênê yê navçeya Şêrawa yê girêdayî Efrînê ji ber pirsgirêka ava vexwarinê astengî dikişand. Ji ber ku piştî baranên vê dawiyê xetên kanalîzasyonê derbasî bîran bûne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka gund, Şaredariya Gel sahrîcek taybet ji bo ava vexwarinê ji şêniyan re rojane peyda bike, diyar kir. Ji aliyê xwe ve komîteyek taybet ji ava bîrên Şêrawa û Şehbayê şand Helebê da ku lêkolîn li ser were kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şaredariyê 70 jenerator di 10 mehan de peyda kirine û di nav gundan û kampan de danîne. Şaredarî xebatên sererastkirina toreya kehrebeyê li hindek gundên kantona Şehbayê dimeşîne, ji ber ku kehrebe bi awayekî rast nagihîje wan.

Girêdayî xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê Şaredariya Gel xebatên xwe di vî warî de berdewam dike. Ew tore di encama şerên ku li herêmê rû dane de zirar dîtiye. Ji ber tunebûna alavên pêwîst şaredarî toreyê yek bi yek vedike û paqij dike.

Sererastkirina rêyên di navbera Til Qirah û Ehrezê de

Ajokar û şênî ji ber dijwarbûna gihandina gundên girêdayî Şehba, Kefer Naya û gundên derdorê ji ber ku rêya di navbera Til Qirah û Ehrezê de bi dirêjahiya 3 km bi awayekî mezin xirab bûne, bi gilî û gazinc bûn.

Li ser bangewaziyên şêniyan Şaredariya Gel rê bi bermahiyan sererast kirin. Her wiha rêya sereke li gundê Kefer Naya bi dirêjahiya 500 metreyan sererast kir û kort  tijî kirin da ku derbasbûna erebeyan hêsan bibe.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Efrînê Feêq Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku Şaredariya Gel gavên baş avêtine û xebata wan a ji bo xizmeta şêniyan wê dewam bike.

(şx)

ANHA