Tecrubeya fakulteyên petrolê nimûneyek e

Fakulteyên Endezyariya Petrolê û Petrokîmyayê bi damezirandina Zanîngeha Rojava (7’ê Nîsana 2016’an)  re hat damezrandin. Di sala xwe ya sêyemîn de 160 xwendekarên ji Kobanê, Cizîr, Efrînê û hindek parêzegehên Sûriyê lê dixwînin.

Tecrubeya fakulteyên petrolê nimûneyek e
Tecrubeya fakulteyên petrolê nimûneyek e
Tecrubeya fakulteyên petrolê nimûneyek e
Tecrubeya fakulteyên petrolê nimûneyek e
Tecrubeya fakulteyên petrolê nimûneyek e
Tecrubeya fakulteyên petrolê nimûneyek e
20 sibat, 2019   08:59

LÎNA CANGÎR/QAMIŞLO

Fakulteyên Endezyariya Petrolê û Petrokîmyayê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî navçeya Girkê Legê ne. Ji ber nêzbûna wan ji zeviyên petrolê yên Cizîrê xwendekar di dema prosesa xwendinê de bi awayekî piratîk waneya dibin, di nav zeviyan de digerin û ezmûnan çêdikin.

Ji bo xwendekarên Kobanê û Efrînê daniştokên xwendinê hatin diyarkirin

Zanîngehên Rojava di fakulteyan de ne tenê xwendekarên Herêma Cizîrê mafê xwendinê digirin. Ji sedî 60 rêje ji xwendekarên Efrînê û ji xwendekarên Herêma Firatê re tên dayîn. Sedî 40 jî ji bo xwendekarên Herêma Cizîrê û parêzgehên Sûriyê re hatine diyarkirin.

Xwendekar Êval Xelîl xwendekarek bû ku dibistana amedeyî li kantona Efrînê dixwend. Lê piştî dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê Efrîn dagir kir, wek gelek xwendekaran xwendina Êval jî di nîvî de ma. Êval berê xwe dan Şehbayê û xwendina xwe ya amedeyî li wir bi dawî kir. Êval niha sala xwe ya yekê li Fakulteya Endezyariya Petrolê li dixwîne. Êval diyar kir ku wê di Zanîngeha Rojava de derket ji bo temamkirina xwendina xwe û pêşerojek baştir dîtiye.

Guhertina pergala werzên xwendinê

Abdullah Hesen cîgirê hevserokatiya Fakulteya Endezraiya Petrolê ji ajansa me re axivî û qala guhertinên ku di fakuletyê de ji dema avakirinê ve heya niha pêk hatine kir.

Li gorî Hesen fakuletyê di her du salên destpêkê de ji bo kurtkirina dema xwendinê, pergala 3 werzan di her salekê de meşand. Lê ev pergal îsal piştî  nîqaşan û biryarên Konferansa Yekemîn a Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku di dawiya Cotmeha sala borî de li dar ketibû de hate guhertin û bû du werz. Ev pergal wê ji îsal ve li ser xwendekarên sala yekê were meşandin, lê xwendekarên salên din dê pergala berê berdewam bikin.

Xwendekarên ji parêzgehên Sûriyê hatine

Di nav fakulteyê de xwendekarên ji parêzgehên Sûriyê hene. Mihemed Hemê ji zanîngeha Himsê hatiye û di sala sêyem de dixwîne. Mihemed Hemê ji ajansa me re sedema xwendina xwe di Zanîngeha Rojava de vegot.

Hemê dibêje gelek cudahî di navbera Zanîngeha Rojava û zanîngehên din ên parêzgehên Sûriyê de hene û wiha pê de çû: “Cudahiya herî sereke, pergala nirxandinê ye. Pergala Zanîngeha Rojava derfeta ji xwendekaran re vedike ku bêtir sûd ji xwendinê bigirin. Perwerdeya piratîk jî tê dayîn. Em di mehê de zêdetirî carekê derdikevin pratîkê. Perçe û alavên beşa xwe nas dikin. Lê di pergala kilasîk de, me di dawiya werzê de dixwand. Xwendekar bûbû mîna alava jimartina agahiyan, tevî wê jî derûniya xwendekar têk diçû, ji ber ku çaranûsa xwendekar li ser wê ezmûnê dima.”  

Hemê razîbûna xwe ji têkiliya di navbera xwendekar û mamosteyan de anî ziman û wiha axivî: “Berovajî zanîngehên din em rihê hevaltiyê di navbera mamosteyan û xwendekaran de dibînin. Ev rih dûrbûna di navbera me de kurt dike.”

Mehmûd Hiso jî xwendekarek ji zanîgehekê girêdayî rêjîma Sûriyê ye. Mehmûd geşbiniya xwe ya ji pergala Zanîngeha Rojava re anî ziman.

 Kêmbûna hejmarên mamosteyan û tunebûna alavên perwerdehiyê hatin derbaskirin

Heysem Hiskî mamosteyê madeyên kîmyewî yê her du fukulteyan e. Heysem Hiskî diyar kir ku giringiya herêmê bi her du fakulteyan heye û wiha got: “Pêwîstî bi kadroyên pispor ên petrolê heye.”

‘Em hewl didin têkiliyan bi zanîngehên din re xurt bikin‘

Hiskî destnîşan kir ku gelek şandeyên herêmî û navdewletî serdana zanîngehên Rojava dikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ya herî dawîn şandeya zanîngehên Silêmaniyê bû. Serdan li ser astên veguhestina tecrubeyan û derfeta şandina şandeyan ji zanîgehên Silêmaniyê di pêşerojê de erênî bû. Em ê di demên pêş de dê serdanekê ji bo zanîngehên Silêmaniyê orgenîze bikin.”

(şx/bm)

ANHA