‘Herêmên ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’

Koçberên kampa Eyn Îsa ku nêzî 13 hezar koçberan hembêz dike, diyar kir ku wan ewlehî û aramî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîtiye û li Sûriyê herêmên herî ewle ev der in.

‘Herêmên ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’
‘Herêmên ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’
‘Herêmên ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’
‘Herêmên ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’
‘Herêmên ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’
‘Herêmên ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’
‘Herêmên ewle Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne’
20 sibat, 2019   08:31

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Piştî ku QSD’ê pêngava rizgarkirina Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin, Rêveberiya Xweser kampa Eyn Îsa di 6`ê Mijdara 2016`an de ji bo pêşwazîkirina koçberên ji bajarê Reqayê vekir.

Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Dêrazorê re Meclisa Sivîl a Reqayê û di 8`ê Îlona 2018`an de ji bo pêşwazîkirina koçberên gundewarên Dêrazorê kamp vekir.

Bi baweriya jiyana hevpar û biratiya gelan kampê koçberên tevahiya herêmên di bin serweriya komên alîgirên Tirkiyê û rejîma Sûriyê de pêşwazî kirin.

Girêdayî mijarê koçberê bi navê Ebdulhemîd El-Ebid ê ji gundewarê Helebê diyar kir ku gelek şer di navbera komên alîgirên Tirkiye û rejîma Sûriyê de li herêmên wan rû dane û wiha got: “Gelek kes ji herêmê derketine. Li gorî van herêman, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên herî ewle ne. Li van herêman pêdiviyên koçberan ji xwarin û dermankirinê bigire heya pêdiviyên din ên jiyanî tên peydakirin.”

Koçberê bi navê Elî El-Xelef ê ku ji herêma El-Meyadîn a girêdayî bajarê Dêrazorê û penaberê Iraqê Elî El-Dilîmî got ew di nav kampê de di nav ewlehî û aramiyê de dijîn û wiha axivîn: “Mafên me li vir tên parastin. Pêdiviyên me yên jiyanî li gorî derfetên heyî tên peydakirin.”

Rêveberiya kampa Eyn Îsa ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan li gorî derfetên heyî dixebite. Di heman demê de bi rêxistinên mirovî re koordîneya alîkariyan dike.

Di vê çarçoveyê de endamê rêveber Celal El-Eyaf destnîşan kir ku ew hewl didin jiyana koçberan hêsan bikin bê ku cudahiyê bixin navbera gel. El-Eyaf bal kişand ser ku koçber bi hev re jiyaneke hevpar, bi biratî dijîn û destnîşan kir ku ji ber wê têkilî di navbera niştecihên kampê de xurt bûne.

Di nav kampa Eyn Îsa de 12 hezar û 860 koçber hene. Di nav de 2 hezar û 829 koçber ji Reqayê, 4 hezar û 888 ji Dêzraorê, hezar û 540 ji gundewarên Helebê, hezar û 30 ji gundewarên Hemayê, hezar û 550 ji gundewarên Dêrazorê, 510 malbatên DAIŞ`ê û 513 penaberên Iraqê hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi rêjeya ji sedî 30 ji koçberên di nav herêmên Rêveberiya Xweser de ji bajarê Reqayê û gundewarên Dêrazorê ne, lê ew heya vê kêliyê ji ber wêranbûna malên wan û ji ber ku nikarin careke din malên xwe ava bikin, venegeriyane warên xwe.

(şx/bm)

ANHA