Koalîsyona Erebî baregehên Hûsiyan bombebaran kirin

Balafirên Koalîsyona Erebî baregehên hêzên Hûsiyan li gelek noqteyên parêzgehên Hecê û Omran bombebaran kirin û di bombebaranê de 14 Hûsî hatin kuştin.

Koalîsyona Erebî baregehên Hûsiyan bombebaran kirin
19 sibat, 2019   13:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya televîzyona El-Erebiye, balafirên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşa Erebistana Siûdî, gelek baregehên Hûsiyan li parêzgehên Hecê û Omran rûxandin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku bombebaran li ser alavên leşkerî yên hêzên Hûsiyan li midûriyeta Elfeh El-Şam û li herêma El-Zihar li midûriyeta Qeflê Ozer, her wiha kombûna Hûsiyan li Cebil Fesa pêk hat. Di encamê de 14 Hûsî hatin kuştin.

Her wiha di encama topbarana Hûsiyan li ser gundê El-Mûtîne li midûriyeta Tehîta ya başûrê parêzgeha El-Hudeyda de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.