Li Kobanê nasnameya şehîdekî Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê bi merasîmekê nasnameya şervanekî YPG`ê Mihemed Osman Şêxo (Kawa Welat) ku ji Efrînê û di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Li Kobanê nasnameya şehîdekî Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Li Kobanê nasnameya şehîdekî Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
Li Kobanê nasnameya şehîdekî Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
19 sibat, 2019   12:58

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê îro bi merasîmekê nasnemeya şervanê YPG`ê Mihemed Osman Şêxo (Kawa Welat) ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûbû, eşkere kir û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Merasîm li bajarokê  Şêxler ê girêdayê navçeya Qinê ya kantona Kobanê bi tevlêbûna bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endam û rêveberên saziyên sivîl hate lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Qinê Ebdo Şêxo axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û destnîşan kir ku Kawa Welat di berxwedana dîrokî ya li hemberî  dagirkeriya Tirk de şer kir û şehîd bû.

Her wiha li ser navê malbata şehîd Kawa Welat, Birêvan Amara axivî û soza şopandina rêya şehîdan nû kir û wiha got: "Şehîd Kawa canê xwe da ji bo ku em bi rûmet li ser vê axê bijîn, em jî wek malbata şehîd, soz didin em ê rêya azadiyê bişopînin.”

Piştî axaftinê, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

(hk)

ANHA