Li Serêkaniyê 30 kes tev li Akademiya Tenduristiyê bûn

Ji hemû herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 kes tev li dewreya perwerdeyê ya Akademiya Tenduristiyê ya Rojava bûn. Navenda Akademiya Tenduristiyê li Serêkaniyê ye.

Li Serêkaniyê 30 kes tev li Akademiya Tenduristiyê bûn
Li Serêkaniyê 30 kes tev li Akademiya Tenduristiyê bûn
Li Serêkaniyê 30 kes tev li Akademiya Tenduristiyê bûn
Li Serêkaniyê 30 kes tev li Akademiya Tenduristiyê bûn
19 sibat, 2019   13:19

HESEKÊ

Bi armanca pêşxistina beşa tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Akademiya Tenduristiyê ya Rojava ya li Serêkaniyê ya kantona Hesekê, dewreya 4’emîn bi navê "Dewreya Şehîd Ezîz Foral" vekir.

30 endam ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li perwerdeyê bûn. Dewre dê 6 mehan bidome. 2 mehên destpêkê dê waneyên bîrdozî li ser girîngiya pewerde, têgeha neteweya demoratîk û azadiya jinan bê dayîn. Piştre, waneyên teorîk û waneyên der barê pisporiya tenduristiyê de dê werin dayîn.

Ji rêveberiya akademiyê Zafîn Şawîş destnîşan kir ku xebatkirin di aliyê tenduristiyê de karekî mirovî ye û armanc ji vekirina van dewreyan avakirina kadroyên tenduristiyê ye da ku xizmeta civakê bikin.

Ji aliyê xwe ve xwendekar Ahîn Mihemed ku tev li perwerdeyê bûye, got armanca wê ew e ku xizmeta civakê bike û beşa tenduristiyê bi pêş bixe.

Hêjayî gotinê ye ku piştî bidawîkirina perwerdeyê her endamek dê li nexweşxane, kamp û noqteyên tenduristiyê yên li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin erkdarkirin.

(fr)

ANHA