Li Şehbayê nexweşiya laşmanya belav dibe

Li kantona Şehbayê hejmara kesên bi nexweşiya laşmanyayê ketine, zêde dibe. Ji aliyê xwe ve endama Tîma Laşmanyayê ya Heyva Sor a Kurd Hêvîn Henan destnîşan kir ku di peydakirina dermanên pêwîst de zehmetiyan dikişînin û bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erka xwe rabin.

Li Şehbayê nexweşiya laşmanya belav dibe
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya belav dibe
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya belav dibe
Li Şehbayê nexweşiya laşmanya belav dibe
18 sibat, 2019   07:44

 ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Beriya çend salan şer li herêmên Şehbayê rû dabûn. Di encamê de piraniya binesaziya herêmê wêran bûye û bermahiyên şer hîna li herêmê ne. Ji ber hebûna wan bermahiyan nexweşiya laşmanya li herêmê belav bûye.

Laşmanya bi rêya mêşa bi navê “mêşa qumê” ya ku li axûrên sewalan, banan, cihên tarî û kavil, dîwar, şikeftan û zeviyan tê dîtin, belav dibe. Ev mêş di dawiya rojê yan jî şevê de dilebite. Dema mêş bi mirov yan jî lawirekê vedide û xwînê dimije, nexweşî derbasî mirovan dibe.

Li gorî serjimariya Heyva Sor a Kurd ên ku rewşa nexweşan dişopîne, hejmara kesên ku bi nexweşiya laşmanya li herêmên Şehbayê ketine, derdora 210 kes in, ji tevahiya temenan e.

Endama Tîma Laşmanyayê ya Heyva Sor a Kurd Hêvîn Henan got ji ber hebûna bermahiyên şer li herêmên Şehbayê, nexweşî lê belav bûye.

Li gorî belgeyên Heyva Sor a Kurd li navçeya Til Rifatê 17 kes, li Kampa Serdemê 25, li Kampa Berxwedan 60, li gundên Til Şiîr û Maratê tevî hejmareke gundên din 25 kes bi nexweşiyê ketine.

Hêvîn Henan destnîşan kir ku li gel dijwarbûna peydakirina dermanên pêwîst ji ber dorpêçê, hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê bikevin, ber bi zêdebûnê ve diçe.  Endama Tîma Laşmanyayê bang li rêxistinên têkildarî karûbarên mirovî kir ku bi erkên xwe rabin û alîkariya şêniyên Efrînê bikin da ku nexweşî belav nebe.

(şx)

ANHA