Rûspiyên Ereb: Bi yekitiya Kurd û Ereban herêm ewle ye  

Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku bi yekitiya gelên Kurd û Ereb ewlehiya herêmê hat parastin û wiha got: “Yekbûna me DAIŞ têk bir û em piştgiriyê didin danûstandinên Sûrî-Sûrî.”

Rûspiyên Ereb: Bi yekitiya Kurd û Ereban herêm ewle ye  
18 sibat, 2019   06:20

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Ji berê de pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet li herêma Cizîrê bi rihê xwişk û biratî û hezkirinê bi hev re dijiyan. Di salên şoreşê de jî pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re di bin banê Rêveberiya Xweser de li dijî çeteyan li ber xwe da. Niha jî bi hev re li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker dibin yek.

Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku bi yekitiya gelên Kurd û Ereb ewlehiya herêmê hat parastin û wiha got: “Yekbûna me DAIŞ têk bir û em piştgiriyê didin danûstandinên Sûrî-Sûrî.”

‘Me bi hev re DAIŞ têk bir’

Rûspiyê eşîra El-Şerabîn Ebdilhesen El-Mutleq wiha got: “Kurd û Ereb û hemû gelên din, em bi hev re dijîn. Em êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parçekirina Sûriyê red dikin. Em danûstandinên Sûrî- Sûrî erê dikin.”

El-Mutleq teqez kir ku di destpêka aloziya Sûriyê de rola eşîrên Ereb aktîf e û wiha domand: "Helwesta me ji bo piştgiriya bi hêzên me re zelal e. Hêzên me li dijî terorê şer kir û di demên pêş de dê serkeftina li dijî DAIŞ`ê ragihînin.”

 El-Mutleq ji şêniyên herêmê û eşîran xwest ku piştgiriya QSD`ê bikin da ku DAIŞ`ê tune bikin.

Rûspiyê eşîra Cewala Ebdilrehman El-Hemîd jî axivî û destnîşan kir ku di aloziya Sûriyê de çanda radîkal derket holê, lê pêkhateyên herêmê bi awayekî hevgirtî bi hev re dijîn, ev yek jî bi saya pêşiyan ku têkilî di navbera gelan de xurt kir, pêk hatiye. El-Hemîd wiha got: “Gelek dewletên herêmî hewl da fitneyan bixin nava gel, lê nekarîn û dê nekarin jî.”

‘Îdiayên Erdogan ne rast in’

Her wiha şêxê eşîra Zibêd, Raxib Faris jî got ku ew ji destpêka şoreşê ve bi daxuyaniyên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan hişyar in û wiha got: “Tirkiye bavê terorê ye. Wê terorîst xistin herêmê da ku ewlehî û îstiqrarê têk bibe.”

Faris îdiayên Tirkiyê yên ji bo şerê bi terorê re û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha nirxandin: “Îdiayên Erdogan ku dê şerê terorê bike, ne rast in, me şerê terorê kir. Pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek û şerê rêxistinên terorê yên wekî Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê kir."

Raxib Faris gotinên xwe wiha domandin: “Dema ku Erdogan dît aliyên siyasî ji wî re ne zelal in, xwest qaşo herêmeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêke. Em li dijî herêma ewle ya di bin çavdêriya Tirkiyê de ne. Ji ber yê ku tevliheviyan li herêmê derdixe Tirkiye ye.”

‘Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê neteweya demokratîk baştirîn proje ye’

Faris spasiya rûspî û rewşenbîrên hemû pêkhateyan kir û wiha axivî: “Hemû rûspî û rewşenbîrên pêkhateyan li dijî tevliheviyan hişyar bûn. Me bi saya vê hişyarbûnê karî parastina herêmê bikin û ewlehiya wê biparêzin. Em bang li malbatên Ereb, Kurd û Suryan û Ermen dikin ku bibin yek û li pêşiya êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.”

Raxib Faris bang li nûner û rûspiyan kir ku ji MSD`ê û rejîma Sûriyê bixwazin ku careke din danûstandinan bikin da ku aloziya Sûriyê çareser bikin. Faris di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çareseriya aloziya Sûriyê û wiha got: “Çareseriya aloziya Sûriyê di destê gelên Sûriyê de ye. Ji ber ku ew xwediyê vê axê ne. Em bang li civaka Sûriyê dikin ku dest ji çanda radîkal berdin. Êdî herêm pê bawer e ku projeye neteweya demokratîk baştirîn proje ye ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.”

Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê têk birin û niha DAIŞ nefesa xwe ya dawîn li Baxoza Jorîn dide û ev bi saya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

(jo/bm)

ANHA