Li Şehbayê komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin

Yekîtiya Jina Azad a Herêma Şehbayê der barê Komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de du civîn li dar xist. Di civînan de hate gotin, komplo bi berxwedana gelê Rojhilata Navîn têk çû.

Li Şehbayê komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin
Li Şehbayê komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin
Li Şehbayê komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin
Li Şehbayê komploya 15‘ê Sibatê hate şermezarkirin
17 sibat, 2019   18:57

ŞEHBA

Di çarçoveya çalakiyên bi armanca şermezarkirina Komploya 15‘ê Sibatê ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ketî sala xwe ya 21‘an de, Yekîtiya Jina Azad a Herêma Şehbayê du civîn li navçeya Fafîn û Ehrisê li dar xist. Bi dehan jinên kantonê Kurd, Ereb û Tirkmen beşdarî civînan bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Di civîna li navçeya Fafînê rêvebera Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Cibo û di civîna li navçeya Ehrisê rêvebera Kongreya Star Hêvîn Silêman axivîn. Di axaftinan de pêvajoyên komploya navnetewî ku di girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999‘an de bi encam bû hate vegotin. Hate destnîşnakirin ku komplo bi berxwedana Ocalan di girtîgehê de û xwedîderketina gelê Kurdistanê li ramanê wî vala hate derxistin. Her wiha hate gotin ku serkeftinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên fikr û felsefeya Ocalan e.

Di axaftinan de, hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a girankirina tecrîda li dijî Ocalan rê li ber belavbûna netewya demokratîk were girtin û Ocalan ji gel were dûrxistin.

Kesên axivîne soza dan ku çalakiyên wan berdewam in heta azadiya Ocalan.

Piştî axaftinan senevîzyoneke li ser komploya li dijî Ocalan hate pêşandan.

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA