Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin

Şêniyên herêma Tebqa û El-Keramê ya gundewarê rojhilatê Reqayê cenazeyên 6 şervanên QSD`ê yên ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn oxir kirin.

Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
Şehîdên QSD‘ê li Tebqa û El-Keramê hatin veşartin
17 sibat, 2019   16:41

TEBQA

Şêniyên herêma Tebqayê, El-Cirniyê û El-Mensûre tevî endamên saziyên sivîl û civakî û hejmarek ji fermendarên hêzên leşkerî cenazeyê şehîd Reşîd Tebqa li ber nexweşxaneya Tebqa ya Wetenî wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê hevalên şehîd Reşîd Tebqa di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyê hevalê xwe hildan û birin dika goristanê.

Pişt deqeya rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên QSD`ê ve, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm El-Ibrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Ebdulkerîm El-Ibrahîm fedekariyên şehîdan di rizgarkirina xak û gel de bi bîr xist û soza parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin da.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê spasiya QSD`ê ya ku xak û mirov ji terora DAIŞ`ê rizgar dike kir û got: "Bi saya fedekariyên şehîdan em bi azadî û rûmet dijîn."

Paşê wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeya şehîd spartin axê.

REQA

Şêniyên herêma El-Keramê ya gundewarê rojhilatê Reqayê, cenazeyê şervanên QSD`ê Navên şehîdan wiha ne: Ehmed El-Receb ( Kawa), Fewaz El-Kelah  (Cûdî), Ebid El-Ibrahîm (Dijwar), Abdullah Kerem ( Ebûd El-Debax) û Ibrahîm El-Şewan  (Şiyarli Goristana Şehîd Sêvdar oxir kirin.

Şênî ji bo wergirtina cenaze ji Saziya Malbatên Şehîdan li qada Selamê kom bûn, piştî ku cenaze wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatine xemilandin, ber bi Goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê El-Cedîdat li rojhilatê gundewarê Reqayê ketin rê. Bi sedn şêniyên El-Keramê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa û gundewarê wê tev li merasîmê bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşekrî ji hêla şervanên QSD`ê ve destpê kir. Paşê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Meter El-Ceşîl û fermendarê QSD`ê Hîwa Sefih axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di axaftina de hate teqezkirin ku şehîdan ji bo azadiya gelê Sûriyê canê xwe yê pak feda kiriye. Her wiha hate destnîşankirin ku bi saya fedekariyên şehîdan hindek maye ku serkeftina dîrokî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser terora cîhanê were ragihandin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan ji hêla endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Xalîl ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Piştre şênî cenazeyên şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA