Şandeya Şengalê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê serkeftinên QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir û girîngiya xurtkirina têkiliyan di navbera herdu rêveberiyan de teqez kir.

Şandeya Şengalê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeya Şengalê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeya Şengalê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Şandeya Şengalê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
17 sibat, 2019   17:00

GIRÊ SPÎ

Şanedeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Kantona Girê Spî kir.

Şande ji hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hacî, endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Herbo Xidir, serokê Meclisa Êla El-Yedî Saîd Muslim, serokê Partiya Azadiyê û Demokrasiyê ya Êzidî Umer El-Salih, endamê Buroya Siyasî ya Partiya Azadiyê û Demokrasiyê ya Êzidî Şemo Xwedêda û nûnerê Mala Êzidî Ziyad Ristem pêk hat.

Şande li avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla hevserokatiya Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, cîgirên hevserokatiyê Ferhad Şiblî, Êlîzabêt Gewriyê û Hamid El-Ebid, hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê Farûq El-Maşî, hevseroka Buroya Ol û Baweiyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ezîza Xenafir ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de şandeya Şengalê serkeftina QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir û QSD‘ê ji ber rizgarkirina zêdetirî 600 Êzidiyên di destên DAIŞ`ê spas kir.

Her wiha şandeyê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest ku alîkariya şêniyên Şengalê bike û  destnîşan kir ku Şengal di nav dorpêçê de ye û ti  korîdor ji bilî korîdora ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ne. Her wiha girîgniya xebateke hevbeş di navbera herdu rêveberiyan de ji bo naskirina cihên êzidiyên di destê DAIŞ‘ de mane hate destnîşankirin.

Ji aliyê xwe ve Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya xwe ji bo piştgiriya şêniyên Şengalê diyar kir û destnîşan kir ku gelên herêmê û şêniyên Şengalê ji terora DAIŞ`ê êş kişandine û ew bi hewcedariya destekên manewî û aborî ne.

Herdu aliyan hevgirtin û hevkariyê ji bo tunekirina terorê, çareserkirina pirsgirêkan û astengiyên ku rastî şêniyên her du herêman Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine û hevkariyê teqez kirin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Hisên Hacî di hevpeyvînekê de li gel ajansa me got: "Armanca serdanê pîrozkirina serkeftina QSD`ê li ser DAIŞ`ê û vedîtina makenîzmeya hevkariyê û koordîneya di navbera her du rêveberiyan de ye."

Hisên Hacî destnîşan kir ku dê serdana Hêzên Leşkerî QSD`ê bikin û di demên pêş de dê gelek serdan pêk werin.

(şx)

ANHA