Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê du mayîn bêbandor kirin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê, du mayînên ku li bajarokê El-Kesra ya bejahiya Dêrazorê hatibûn bicihkirin, bêbandor kirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê du mayîn bêbandor kirin
14 sibat, 2019   17:39

DÊRAZOR

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê anî ziman ku mayînek di erebeya Meclisa Sivîl a Dêrazorê de hatibû bicihkirin û mayîna din jî li ber rêya bajaroka El-Kesra hatibû bicihkirin.

Navendê teqez kir ku armanca van mayînan ew e ku ewlehî û istiqrara herêmê têk bibin, lê hevkariya welatiyan karê wan biser dixe û ewlehiyê pêk tîne.

(kc)