DAIŞ`ê sivîlan wekî mertalên zindî bikar tîne

Şervanekî QSD`ê ku cihê xwe di nava qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de, digre da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wekî mertal bikar tîne, lewra pêşveçûyîna wan dereng dimîne.

DAIŞ`ê sivîlan wekî mertalên zindî bikar tîne
14 sibat, 2019   17:29

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Şervanên QSD`ê roj bi roj bi pêşve diçin û tenê çete li cihekî biçûk li gundê Baxozê yê başûr-rojhilatê bajarokê Hecînê de mane.

Nûçegihanê me ku pêngavê dişopîne, dîmenê şervanên QSD`ê dema li cihê çeteyan dixin, kişandin.

Şervanekî QSD`ê derbarê pêşveçûyîna wan di qonaxê de, ji nûçegihanê me re axivî û da zanîn ku ew ji bo parastina sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wan wekî mertalên zindî de bikar tîne, bi baldarî tev digerin û wiha dewam kir:”Şerê me ji ber hebûna sivîlan di nava pencên DAIŞ`ê de hêdî birêve diçe. Em hewl didin ku sivîlan rizgar bikin.”

Her wiha nûçegihanê me, dîmenê ku çawa şervanên QSD`ê sivîlan rizgar dikin û wan dighînin cihên ewle, kişandin.

(kc)

ANHA