Çalakiya Helebê bi piştgiriya berxwedana Leyla Guven bidawî bû

Li bajarê Helebê konê çalakiyê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû. Çalageran, piştgiriya berxwedana Leyla Guven û hemû kesên ku ketine greva birçîbûnê kirin.

14 sibat, 2019   18:27

HELEB

Duh, bi boneya salvegera 21`emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PYD`ê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kon veda.

Di roja duyemîn a çalakiyê de, ango îro endamên Kongreya Star, endamên komînan, Çand û Huner, YPG, YPJ, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, partiyên siyasî, TEV-DEM, Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û hemû saziyên civaka sivîl beşdarî bûn.

Di konê çalakiyê de, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Helebê Hêvîn Silêman, Endama Kongreya Star Hena Kerdoş, ji rêveberên komînên xeta şehîd Rûbar Qamişlo û ji fermandarên YPJ`ê Sozda Efrîn axivin.

Hena Kerdoş bi navê jinên Ereb ên taxê axivî û got:”Em wekî jinên Ereb Ocalan wekî rêberê mirovahî û biratiya gelan dibînin. Ocalan bi fikrê xwe rêya azadiyê ya gelên bindest ronî kir.

Her wiha stran û helbest li ser Ocalan di kon de hatin gotin.

Ji rêveberên PYD`ê ya Helebê Nesrîn Kotî jî axivî û soza dewamkirina çalakiyên ji bo piştgiriya grevê birçîbûn, da.

Piştî çalakî bidawî bû, jinên ku beşdarî çalakiyê bûne ji ajansa me re axivin.

Cîhan Ibrîm axivî û got Ocalan hêz da jinê û ew ê bi vê hêzê tecrîda li ser Ocalan rabikin.

Nebiye Mihemed jî anî ziman ku armanca komplo bêdengkirina kesên ku xelasî di fikrên Ocalan de dîtin, lê ev armanc pêk nehat.

Her wiha, jina bi navê Emîne Elo jî da zanîn ku dewletên ku cihê xwe di komplo de girtin, difikirin ku bi girtina Ocalan, wê şoreş bidawî bibe, lê şoreş gurtir bû.

(kc)

ANHA