Konseya Ewropayê pêşniyar kir ku Siûdî Erebistan têkeve lîsteya reş

Komîsyona Ewropayê pêşniyar kir ku  Siûdî Erebistan jî di nav de bila heft welat têkevin lîsteya reş a Yekîtiya Ewropayê.

Konseya Ewropayê pêşniyar kir ku Siûdî Erebistan têkeve lîsteya reş
13 sibat, 2019   12:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Ewropayê bi hinceta ku li dijî fihilkirina pereyan û fînansmana terorîzmê têkoşîn nekirine, pêşniyar kir ku bila heft welat têkevin lîsteya reş a Yekîtiya Ewropayê. Siûdî Erebistan û Panama jî di nav wan de ne.

Divê Parlementoya Ewropayê û welatên ku endamên vê yekîtiyê jî vêya pesend bikin. Welatên wekî Fransa û Keyîtiya Yekgirtî, ji bo biryara li ser Siûdî Erebistanê sar disekinin.

Vê lîsteya ku ji Pêşîlêgirtina Fihilkirina Pereyan ji aliyê welatên G7 hatibû avakirin. Di lîsteyê de Îran, Iraq, Sûriye, Efganistan û Yemen jî di nav de 16 welat hene. Heke welatên nû werin qebûlkirin, ew ê ev lîste ji 23 welatan pêk were.