Kongreya Warsawê îro tê lidarxistin

Îro Kongreya Warsawê ku Washingtonê banga wê kiribû li Polonyayê bi beşdarbûna bi dehan dewletan tê lidarxistin.

Kongreya Warsawê îro tê lidarxistin
13 sibat, 2019   11:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî di Mala Spî de ji kanala El-Erebiyê re got Kongreya Warsawê ne tenê li ser çalakiyên aştiyê be, dê gengeşiyên herêmê yên cuda gotûbêj bikin da ku koalîsyon û hevalkariya herêmî bi hêz bikin.

Amerîka û Polonyayê destnîşan kir ku kongre ne tenê li ser Îranê yan jî koalîsyoneke li dijî wê ava bike, ew ê bi awayekî giştî li Rojhilata Navîn binêrin û dê cîgirê serokê Amerîkayê Donald Trump, Mike Pence daxuyaniyekê li pêşiya kongreyê ku dê Pompeo beşdarî wê bibe, bide.

Li gorî rayedarên Amerîkayê, Washington bi rêya vê kongreyê dixwaze desteka hevalbendên xwe yên Ewropa û Rojhilata Navîn bigire da ku zexta li ser Îranê zêde bikin.

Wezîrê karên derve yê Polonyayê beriya niha ragihand ku derdora 60 dewlet dê beşdarî kongreya Rojhilata Navîn bibin ku dê rojên îro û sibê bê lidarxistin.

Wezîrê Polonya got ku di nav dewletên ku dê nûnertiya kongreyê bikin de, 10 dewlet ji Rojhilata Navîn ev in: Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Misr, Yemen, Urdun, Kiwêt, Mexrîb, Uman û Îsraîl.

Ajansa Ruetersê diyar kir ku Yekitiya Ewropayê dê di kongreyê de amade be, lê Fransa û Almanya amade nabin.

Moskov jî ragihand ku ew amade nabe, her wiha Filistînê jî diyar kir ku ji ber ku dê kongreya Warsawê doza Filistînê tasfiye bike, ji ber vê yekê ew jî amade nabin.

(jo)