Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê-HAT NÛKIRIN

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 98 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye rewşa wê giran bû û li ser vê yekê rakirin nexweşxaneyê.

Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê-HAT NÛKIRIN
13 sibat, 2019   12:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî bi armanca Hevseroka KCD'e Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 98 rojin di grevê de ye ziyaret bikin hatin Amedê û Leyla Guven li mala wê ziyaret kirin. Pişti heyetê Leyla Guven ziyaret kir, dema heyetê li baxçeyê sîteyê daxuyanî didan Leyla Guven ji ser xwe çû. Yekîneyên Tenduristiyê diyar kirin ku ser sînga wê giran bû û Leyla Guven rakirin nexweşxaneyek taybet.