ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-02-2019
1 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê 2 şervanên QSD‘ê li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya greva birçîbûnê ya Meclisa Mablatên Şehîdan a Tebqayê ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Leyla Guven û 230 girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Eşîreya Şemer a Ereb ji bo wefata mire Êzidiyan Tehsîn Beg merasîmê sersaxiyê li qesra Şêx Himêdî Dehan a gundê Til Elo ya navçeya Girkê Legê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Dêrikê kongreya xwe ya sêyemîn li hola Baradîs li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Ji min re çek bikire ez ê bawernameya herî mezin li cîhanê ji te re bînim bavo, dem dema şoreşê ye. Wesiyeta min li we dema hevalên min serdana mala me bikin hûn hurmetê nîşanî wan bidin." Ev gotinên xatirxwestinê yên endama ragihandina YPJ`ê Arîn Cûdî ne beriya ku tev li karwanê şehîdan bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê piştgiriya xwe bi serhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê anîn ziman û bang li partiyên Kurdî kirin ku li kêleka gel bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Dewleta Tirk li ser parêzgeha Idlibê li piş perdeyan planan dikin. Tirkiyê plan dike ku çeteyên girêdayî "Heyet Tehrîr El-Şam ango Cebhet El-Nusra tesfiye bike, da ku baweriya komên çete li herêmên dagirkirî qezenc bike û hewl dide rê li ber destwerdana Rûsya bigire. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Endamê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Lezgîn Kor got, îhtîmal heye ku rêjîma Sûriyê bi hevkariya Rûsya operasyonekê li Idlibê pêk bîne û teqez kir ku pêşniyara Tirkiyê ya girêdayî tîfaqa Edenayê wê bi sernekeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Leyla Qasim a navçeya Tirbespiyê pêşangeheke wêneyî li navenda Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Al-Partî) organîze dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê merasîma bîranîna şehîd Viyan Soran li navenda Çand û Hunerê li dar dixe, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bûyera 5‘ê Adarê ku bi navê Qezaya Berbenê tê naskirin, dîrokeke bi êş di jiyana sê xuşkan ku di qezayê de birîndar bûne, hişt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên li kampên Til El-Beyai û Yarûb ên gundewarên Reqayê bang li rêxistinên mirovî kir ku di mercên zehmet de alîkariya wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Pêşangeha wêneyî ya "Ji bo te ey Efrînê" ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên taxa Şêxmeqsûd ve hatiye organîzekirin di roja sêyemîn de didome, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Bi xwendinê civak dijîn"Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê pareke ji bo xwendinê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji herêmê ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin 7 hezar û 423 malbat koçî Minbicê bûne û ji ber ne aramiya li herêmên wan naxwazin vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cotkdarên navçeya Dirbêsiyê daxwaz ji Saziya Çandiniyê kirin ku pêwîstiyên çandiyê bi qestan pêşkêşî wan bike, ji ber ku hin cotkar di sala derbasbûyî de xisar dîtin. Saziyê jî diyar kir ku deynên wan li cotkdaran pir e ji ber wê nikarin simadê belav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gavên ku komîteya girêdayî vekirina nexweşxaneya şehîd "Umer Elûş" avêtine serketine. Nexweşxane bi hemû beşên xwe di nava 24 saetan de di xizmetê de ye û bê pere alîkariyê pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA