Şêniyên Kobanê piştgirî da gelê Başûrê Kurdistanê

Şêniyên kantona Kobanê serhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê pîroz kir.

Şêniyên Kobanê piştgirî da gelê Başûrê Kurdistanê
1 sibat, 2019   06:04

HÊVÎDAR HERANÎ/ KOBANÊ

Dewleta Tirk 23’yê Çileyê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de 4 kes hatin qetilkirin. Gelê Şêladizê li hemberî vê êrîşê rabû serhildanê û baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Sirê da ber agir. Leşkerên Tirk êrîşî gel kiribû û 2 sivîl qetil kirin û herî kêm 6 sivîl jî birîndar bûn. Têkildarî mijarê, şêniyên kantona Kobanê got ew ê piştgiriya gelê Şêladizê bikin û li dijî faşîzma dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Welatiya bi navê Fadîle Mûsa piştgiriya gelê Şêladizê kir û serhildana wan pîroz kir û gefên dewleta Tirk li ser gelê sivîl ê Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Fadîle wiha got: "Dewleta Tirk tiştekî xwe li cem me tune ye. Tu mafê wê tune ye ku axa me dagir bike."

Fadîle anî ziman ku armanca dewleta Tirk tenê ew e ku gelê Kurd têk bibe, ji ber wê her tim êrîş dike û wiha dewam kir: “Bi dayikan mabe, em ê li dijî dagirkeriya Tirk şer bikin û nahêlin axa me dagir bike.”

Mehmûd Ebiko jî got ku dewleta Tirk ne cara yekemîn e dijminatiyê gelê Kurd dike, ji ber wê di roja îro de, yekbûna gelê Kurd di vê demê de pêwîst e, da ku li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin. Ebiko di axaftina xwe de behsa serhildana gelê Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Divê hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê peyama gelê Şêladizê fêm bikin û li pişt gelê xwe bisekinin.”

Mehmûd Mihemed jî axivî û diyar kir ku gefên dewleta Tirk ne tenê li ser gelê Kurd in, lê li ser hemû gelan in ku dixwazin bi Kurdan re bijîn û armaca wê tenê ew e ku ewlehiyê li deverên Kurdan têk bibe û bi van êrîşên xwe dixwazin hebûna Kurdan înkar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek şêniyên Kobanê em ê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin.”

ANHA