Arîn Cûdî sembola ragihandina şoreşgerî ye

"Ji min re çek bikire ez ê bawernameya herî mezin li cîhanê ji te re bînim bavo, dem dema şoreşê ye. Wesiyeta min li we dema hevalên min serdana mala me bikin hûn hurmetê nîşanî wan bidin." Ev gotinên xatirxwestinê yên endama ragihandina YPJ`ê Arîn Cûdî ne beriya ku tev li karwanê şehîdan bibe.

Arîn Cûdî sembola ragihandina şoreşgerî ye
Arîn Cûdî sembola ragihandina şoreşgerî ye
Arîn Cûdî sembola ragihandina şoreşgerî ye
Arîn Cûdî sembola ragihandina şoreşgerî ye
Arîn Cûdî sembola ragihandina şoreşgerî ye
Arîn Cûdî sembola ragihandina şoreşgerî ye
Arîn Cûdî sembola ragihandina şoreşgerî ye
1 sibat, 2019   05:20

RÊNAS REMO - KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re jinan di hemû warên jiyanê de ji qada siyasî bigire heya leşkerî xwe îsbat kir. Gelek jinên ciwan alên xwe hildan û di têkoşîna li dijî tevahiya hewldanên tunekirina gelên herêmê de bûn pêşeng. Ji bo azadiyê bê teredud canê xwe feda kirin, bê westan karê xwe meşandin heta ku jinên Kurd di cîhanê de bûn sembolek ji sembolên azadiya jinan.

Gelek jinan mohra xwe li dîrokê da, yek ji wan jî Arîn Cûdî bi rastnav Ahîn Îbrahîm e. Jina ciwan di sala 1996`an de li gundê Maşûq di nav malbateke welatparêz de hate dinê.

Arîn ji biçûkahiya xwe ve keçeke zîrek û xwedî feraset bû. Di dibistana Maşûq a seretayî û navîn de xwend û asta amadehiyê li navçeya Tirbespiyê berdewam kir. Arîn di nav hevalên xwe de di tevahiya astên xwendinê de serkeftî bû.

Arîn di sala 2013`an de tev li YPJ`ê dibe û di warê ragihandinê de kar dike da ku rastiya Şoreşa Rojava ragihîne. Arîn keça yekemîn a herêmê ye ku tev li nav refên hêzê dibe. Bi vê yekê rêya têkoşînê dipejrîne û rê li pêşiya jinên ciwan ên din vedike da ku rêya wê bişopînin.

Arîn di karê xwe de bi ser dikeve û dibe pêşeng. Wek endama ragihandina YPJ`ê tev li gelek pêngavên rizgarkirina herêmên Cizîrê dibe ji Rimêlan, Til Hemîsê bigire heya Şengal û Şedadê, beriya ku di pêngava rizgarkirina bajarokê Holê de di 31`ê Çileya 2016`an de şehîd bikeve.

Arîn di nav hevalên xwe de yên YPJ`ê wek keça têkoşer û dilovan dihat naskirin. Di destekî de kameraya xwe û di destê din de çeka xwe radikir. Her wiha hevalên xwe didan pêşiya xwe. Arîn beriya ku şehîd bikeve wesiyet li malbata xwe kir ku divê ew jê bêtir qîmetê bidin hevalên wê, dema serdana wan dikin. Arîn heya ku gihaşt asta şehadetê dilsoza hevalên xwe bû.

Girêdayî şarezahî û sifetên Arînê, dayika wê Fesla Şêxmûs Umer wiha got: "Ew keça malê ya nazdar bû. Ji biçûkahiya xwe ve zîrek û xwedî kesayeteke bihêz bû û ji welatê xwe hez dikir. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ruxmî ku di xwendinê de serkeftî bû û her tim dixwest di beşa tibê de bixwîne, lê wê rakirina çek tercîh kir û rola xwe di YPJ`ê de lîst."

Têkildarî hezkirin û girêdana Arînê bi welatê xwe ve dayika wê ev tişt anî ziman: "Aşiqê cejna Newrozê bû. Bi roj û saetan li benda cejnê dima da ku tev lê bibe û agirê wê pêxe. Ji bo şoreşê gelek heyecan û bi coş bû, mîna ku hewl dida di demeke herî kin de temam bike. Piştî ku tev li YPJ`ê bû, ji ber ku gelekî ji hevalên xwe hez dikir, wesiyet li min kir ku ez jê bêtir qîmetê bidim hevalên wê."

Ji aliyê xwe ve bavê Arînê Fayiq îbrahîm wiha behsa serdana wî ji keça xwe re piştî tevlêbûnê li navçeya Dêrikê kir: "Min ji Arînê re got bawernameya xwe bigire, piştre ez ê çek ji te re bikirim û bi destê xwe ez ê tev li şoreşê bikim. Wiha bersiva min da; ji min re çekê bikire ez ê bawernameya herî mezin ku tu serê xwe pê bilind bikî ji te re bînim."

Girêdayî têkiliyan Arînê bi endamên malbatê re xwişka wê Wecîhe Îbrahîm wiha got: "Bi hişmendî û kesayeta xwe di nav me de taybet bû. Me hemûyan ew nazdar dikir û bi awayekî mezin bi xwendinê ve girêdayî bû. Ji bilî serkeftinê bi tiştekî din razî nedibû. Di malê de ez xwişka wê ya mezin bûm û di dibistanê de jî mamosteya wê bûm. Arîn xwedî kesayeteke fermandar bû. Ji ber wê tev li tevgera ciwanên şoreşger bû û dît ku rêya şoreşê rêya herî rast e. Lewre bi bawerî tev li YPJ`ê bû û got mirov dikare careke din bixwîne lê şoreş qonaxeke hesas e û mirov nikare careke din bi dest bixe, eger winda bike."

Newal Îbrahîm xwişka Arîn a herî mezin e. Têkildarî Arînê ev tişt gotin: "Arîn warê ragihandinê hilbijart, ji ber ku dît ku ew war derfeta ragihandina rastiya şoreşa Rojava ji cîhanê re jê re peyda dike. Ji ber ku her tim dixwest di eniyên pêş de be û desteka hevalên xwe bike, kameraya wê ji salan ve bû şahidê şer û destanên YPJ`ê û bûyerên wê ragihandin."

Hevala Arîn Cûdî ya zarokatiyê Leyla Şêxmûs bi van gotinan Arîn bi bîr anî: "Dema me jê pirs dikir ka Arîn ji bo çi tu dixwazî bibî bijîşk, digot ji ber ku ez dixwazim bi rêya pîşeya xwe alîkariya şênî û gelê xwe bikim. Arînê di tevlêbûna YPJ`ê de û bi rêya kamera û çeka xwe derfetek mirovahiyê ya herî mezin dît. Kesayeta wê hate guhertin û êdî tirs û westan nas nedikir."

Hevala wê ya xwendinê Emîne Ehmed wiha behsa kêliyên bihîstina tevlêbûna hevala xwe Arîn kir: "Tevlêbûna Arîn ji bo me şok bû, ji ber ku ew keça yekem e ruxmî serkeftina wê di xwendinê de tev li şoreşê dibe li gel ku hemû li benda ketina wê ya zanîngeha tibê bûn. Lê di dawiyê de bû nimûneya jinên azad û gelek keç li ser şopa wê meşiyan."

(şx)

ANHA